Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Omer Ocalan: AKP ji sala 2015’an rêbaza Sri Lanka bikar tîne 18.12.2020

 

PARLEMENTERÊ HDP’Ê OMER OCALAN:
AKP JI SALA 2015’AN VE RÊBAZA SRI LANKA BIKAR TÎNE

Li Meclisa Tirkiyê bi rojane hevdîtinên diyarkirina bûtçeya rêjîma AKP-MHP dewam dikin..

Li ser navê Partiya Gelan a Demokratîk-HDP’ê parlementerê Rihayê Omer Ocalan axivî..

Omer Ocalan pêşî behsa pêvajoya di navbera salên 2013-2015 ên di navbera dewletê û Rêber Apo de kir..

Parlementerê HDP’ê bi bîr xist ku dewlet ji bo şer bi tirilyonan lîre xerç kirine û wiha got:

Li Tirkiyê xizanî û birçîbûn di asta herî jor de ye. Sedema vê yekê jî siyasetên şer e. Eger wisa dewam bike, em ê nikaribin pêşî li van aloziyan bigrin.

Desthilatdariya AKP’ê ji sala 2015’an de rêbaza Srî Lankayê bikar tîne. Ji xwe ev yek di civîna MGK ya sala 2014’an hatibû eşkerekirin.

Bi rêbaza Srî Lankayê êrişî gelê me dikin.

Omer Ocalan di berdewamiya axaftina xwe de behsa siyasetên înkara gelê Kurd û hewldanên girtina HDP’ê jî kir û wiha got:

Li vê Meclisê hê ji bo Kurdî, peyva “zimanê nayê zanîn” tê bikaranîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv