Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Îro salvegera 3’yan a destpêka êrişa li dijî Efrînê ye 20.01.2021

 

SALVEGERA DESTPÊKA ÊRIŞA LI DIJÎ EFRÎNÊ
HÊZÊN HEGEMON JI BO BERJEWENDIYÊN XWE EFRÎN PÊŞKÊŞÎ DEWLETA TIRK KIRIN

Îro salvegera 3’an a destpêkirina êrişa dagirkeriya Tirk li dijî bajarê Efrînê ye..

20’ê Çileyê sala 2018’an bi destûra Amerîka, Rûsya û her wiha bêdengiya Ewrûpayê, artêşa Tirk bi çekên NATO’ê êrişî Efrînê kir.

Di bingeha vê êrişê de bê goman berjewendiyên hêzên cîhanê di ser her tiştî re bû..

Hêzên ku xwe weke dijminê hev dibînin Rûsya û Amerîka bi taybet di biryara dagirkirina Efrînê de bûn xwedî heman helwest..

Amerîka bi planên veşartî û Rûsya jî eşkere rê dan êrişê..

Ji xwe beriya tevgera dagirkeriyê destpê bike, Amerîka ket nava hewldanên sorkirina Tirkiyê de..

Wezîrê Karê Derve yê Amerîka ê wê demê Rîks Tîllerson beriya êriş destpêbike bi demke kurt, ji nişkê ve û bi awayekî bê planê daxuyaniyek wiha da:

Ji bo parastina sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê em ê hêzeke ji 30 hezar kesan perwerde bikin.

Bi vê daxuyaniya provokatîf re bingeh ji dagirkeriya dewleta Tirk re dihate amadekirin. J

Rûsya jî wê demê ket nava hewldanên bazariyeke nû..

Çawa ku di berdêla valakirina Helebê de, rê da ku Tirkiyê bikeve Babê, vê carê jî beramberî Gûtaya Rojhilatê, destûra êrişa li dijî Efrînê da…

Lewma piştî ku bi navbênkariya Tirkiyê, Gûtaya Rojhilat ji çeteyan hat valakirin, Mosko qada asmanî ji bo balafirên Tirk vekir..

Û di encama vê bazariya qirêj de, artêşa Tirk êvara 20’ê Çile bi 72 belafirên şer êrîşî Efrînê kir.

Ji bo vê tevgera dadigerkeriyê, dewleta Tirk, artêş, polîs, cerdevan, dezgehên ragihandinê û karmendên xwe hemû seferber kirin.

Serokatiya Karên Diyanetê li Tirkiyê bi dayîna fewayeke sosret, talankirina mal û milkên Kurdan helal kir.

25 hezar çeteyên ku Erdogan navê ‘Kûvayî Millî’ li wan kiribû, tevlî êrîşan bûn.

Gelek welatên Ewrûpayê ku ji ber têkoşîna li dijî DAIŞ’ê xwe weke deyndarên Kurd didîtin, dema êrişa li dijî Efrînê, kerr û lal bûn..

Ev yek li aliyekî, hin ji wan bi firotina çekên giran ji bo Tirkiyê, bûn hevkarê kuştina Kurdan..

Mîna Almanya..

Û wê rojê, careke din cîhan gelê Kurd bi tevgereke nû ya qirkirinê re rû bi rû hişt..

Dewleta qirker ku plan dikir di nava çend rojan de tevahiya Efrînê bidest bixe, bi berxwedana bê mînak a şervanên YPG û YPJ’ê rû bi rû ma..

Ji ber vê çendê, êdî teknîka şer a herî giran xiste dewrê..

Ji balafiran bigrin, heta helîkopter, ji tank û topna bigrin heta çekên qedexekirî, her cûreyên sîlehên giran li dijî Efrîn û şervanên wê hatin bikaranîn..

Li gel dijwariya êrişan jî hefteya pêşî, ji ber berxwedana şervanan bi taybet li xeta Qestel Cindo, Raco û Cindirêsê, artêşa dagirker nekar pêşde biçe..

Vê carê jî ji bo tola xwe bigre, artêşa Tirk dest bi komkujiyan kir..

Li pêş çavê cîhanê, bi sedan Kurd hatin kuştin..

Û piştî berxwedana 58 rojan, Efrîn di encama peymaneke navdewletî radestî dewleta Tirk û çeteyên wê hate kirin..

Bê goman bi ketina Efrînê re, hovîtiya dewleta Tirk bidawî nebû..

Di nava 3 salên derbasbûyî de, kuştin, êşkence, revandin, destdirêj, wêranî û talan her zêde bû..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv