KOORDÎNASYONA YPS-YPS JIN
EM Ê HER CIHÎ BIKIN QADA BERXWEDAN Û XWEPARASTINÊ
Koordînasyona YPS/YPS JIN’ê bi minasebeta salvegera damezrandina yekîneyên xwe daxuyaniyekê da.
Koordînasyonê damezrandina salvegera 5. ya avakirina YPS/YPS JIN’ê pîroz kir û bi bîr xist ku faşîzma tirk êrişên xwe yên ji bo qirkirina gelê kurd bi dijwarî didomîne û wiha dewam kir:
Li hemberî êrişên dagirkeran, sala 6’an a têkoşînê li şervan û milîsên YPS/YPS JIN’ê ferz dike, ku bi ruhê Berxwedana Xwerêveberiyê her deverê bikin qada berxwedan û tolhildanê..
Koordînasyonê hemû şehîdên di dema berxwedana xwerêveberiyan de bi bîr anîn û soz da ku ew ê ala wan a berxwedanê her li ba bikin..