ŞENGALÎ XWEDÎ LI HEBÛNA XWE DERDIKEVIN
ÇALAKIYA KONÊ BERXWEDANÊ YA GELÊ ŞENGALÊ DI ROJA 50’DE YE
9’ê Cotmehê bi destwerdana dewleta tirk, di navbera PDK û Bexdayê de peymanek hat îmzekirin.
Û bi vê peymanê îradeya xelkê Êzidî tine hesiband.
Xelkê Şêngalê ji bo pêşî li peymana Bexda û PDK’ê bigirin, li ber asayîşa Şengaê konvedan.
Çalakiya konvedanê bi biryardarî berdewam dike.
Çalakiya li pêşiya Navenda Asayişa Êzidxanê bi dirûşma “Em Hemû Asayiş in” hatiye destpêkirin ji aliyê jin û ciwanan ve tê rêvebirin.
Xelkê şengalê ji bo piştgiriyê bidin çalakgeran û bi daxwaza betalkirna peymanê diçin serdana konê berxwedanê.
“STATUYA XWESER A ŞENGALÊ NAS BIKIN”
ÇALAKIYA LI HANNOVERÊ YA ÊZIDIYAN 5 ROJ LI PEY XWE HIŞTIN
Ji bo naskirina Statuya Xweser a Şengalê li bajarê Almanya Hannoverê jî, 15’ê Çile dest bi çalakiya kon kirin.
Kurdistanî her roj saet di navbera 13 û 15’an de, li cihê çalakiyê broşûran belav dikin.
Û xelkê bajêr derheqê Xweseriya Demokratîk a Şengalê de agahdar dikin.