Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê li Silêmanî ye: ‘Li dijî dagirkeriyê bibin yek û piştgiriyê bidin gerîla’

 

ÎNÎSIYATÎFA PARASTINA KURDISTANÊ LI SILÊMANÎ YE
“LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ BIBIN YEK Û PIŞTGIRIYÊ BIDIN GERÎLA”

Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê, piştî Hewlêrê derbasî Silêmanî bûbû.

Endamên Înîsiyatîfê li vê derê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Li ser navê Înîsiyatîfê Deştî Mehmûd axivî.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

Em ji 14 welatan hatine û dixwazin rê li ber şer û talankirinê bigirin.

Lê PDK’ê li Hewlêrê bi ti awayî rê neda xebata me.

Ti bingeha vê astengiyê nîne û tenê siyasî ye.

Di daxuyaniyê de bang li tevahiya hêzên Kurdistanê hat kirin, ku li dijî dagirkeriya Tirk bibin yek û piştgiriyê bidin berxwedana gerîla.

Endamên Înîsiyatîfê yên ji welatên cûda jî axivîn û bal kişandin ser astengiyên PDK’ê danîbûn pêşiya wan.

Piştî daxuyaniyê endamên Înîsiyatîfê çûn konê sersaxiyê yê ji bo Ebas Îbrahîm Mehmûd ê li Pişderê di êrişa dagirkeriya Tirk de şehîd bûbû.

Endamên Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê paşê jî çûn serdana gora Mam Celal.

Sibe her wiha li Silêmanî bi pêşengiya Hunermendan li dijî dagirkeriya Tirk û provokasyonên PDK’ê meşek tê lidarxistin.

Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê diyar kir, ku ewê jî beşdarî meşê bibin û xwest her kes bi awayekî xurt cihê xwe di meşê de bigire.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv