Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji Ûbeydullah Nehrî heta îro: Axa Kurdistanê bûye cih û warê her tevgera Kurd a azadîxwaz

 

JI ÛBEYDULLAH NEHRÎ HETA ÎRO…
AXA KURDISTANÊ BÛYE CIH Û WARÊ HER TEVGERA KURD A AZADÎXWAZ

Abdullah Ocalan salên 90’î, rêya vegera li rastiyê ji bo gelê Kurd wiha pênase kiribû:

Ne dem, lê dîrok,

Ne takekes, lê civak divê baş werin zanîn..

Lewma di pêvajoya 40 salên derbasbûyî de eşkere bû ku mirovê ji dîroka Kurdistanê ne agahdar be, nikare bibe xwedî hêza çareseriyê.

Êdî her Kurd di mijara dîroka xwe ya civakî û çandî de bûye xwedî agahî.

Li gel vê yekê jî Kurd nabin yek,

Lê ji bo mirov û civakên din dikarin canê xwe feda bikin.

Gelo ma pirsgirêk dûrketina ji yekîtiyê wê her tim qedera Kurdan be?

Kurd bi giştî di bin sîwaneke yekpare de kom nebûne.

Lê bi berdêla giran be jî, ti carî dest ji hewldana pêkanîne yekîtiyê bernedane.

Ji takekesan bigrin heta eşîr û komên civakî, dema Kurdek bi êrişê re rû bi rû dimîne, Kurdên din bi hewara wî ve çûne.

Heta niha ti Kurdî, berxwedan û têkoşîna birayê xwe weke çavkaniya pirsgirêk û talûkeyan nedîtiye.

Weke mînak;

Sala 1877’an dema şerê Rûs û Osmaniyan, hêzên Rûs hewl dan êrişî Kurdên herêma Serhedê bikin.

Wê demê Şêx Ubeydullah Nehrî bi hewara wan ve diçe..

Piştî şer bidawî bû, Şêx Uneydullah ê li ber Osmaniyan rabû, xwe li Rojhilat girt..

Li gel hevkariya Osmanî û Farisan jî gelê Rojhilat negot, bila Şêx Uneydullah ji vir derkeve. Berovajî lê xwedî derket..

Dîsa berxwedana Şêx Mehmûd Berzencî.

Dema êrişa Îran û Îngilîzan, Şêx Mehmûd ji bajarê Silêmaniyê derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibe.

Kurdên vî beşê welat, ti carî Şêx Mehmûdê Berzencî ji bo xwe weke bar nedît.

Û Simkoyê Şikakî…

Li hemberî êrişên Îran û dewleta Tirk, Simko berê xwe da Bakurê Kurdistanê û ji aliyê gelê vê beşî ve hat himbêzkirin.

Yanî Kurdên Bakur ji bo têkbirina tevgera Simkoyê Şikakî nebûn hevkarên Tirkiyê û Îranê..

Rastiya Tevgera Xoybûn jî bi heman rengî ye..

Di vê mijarê de her tim helwesta Pêşewa Qazî weke mîna tên nîşandan..

Li dadgeha Îranê, dema pirsa çi karê Mele Mistefa Barzanî li vir heye ji Qazî Muhemed tê kirin vê bersivê dide:

Kurdistan, mala her Kurdekî ye.

Dîsa Kurdên bi pêşengiya Mele Mistefa Barzanî dema li ber rêjîma Iraqê rabû, Bakur, Rojava û Rojhilat bûn wargehên pêşmergeyan..

Ma ne demeke dirêj Mele Mistefa têkoşîna xwe ji Rojhilatê Kurdistanê bireve bir?

Û wê demê ti hêza Rojhilat, bi gotina “hebûn te zerarê dide pêwendiyên me û Iraqê” zext li Mele Mistefa nekir.

Tevî van rastiyan jî, çima beşeke desthilatdariya Başûrê Kurdistanê ji PKKê dixwaze ji vê herêmê derkeve.

Dema mirov li sedsala dawî binere, tenê li Amed, Agirî, Zîlan û Dersîmê dewleta Tirk bêtirî 500 hezar Kurd kuştine..

Îro heman dewleta bi awayekî fîlî, Bakur û hin beşên Rojava û Başûr dagir kirine..

Li dijî vê dewletê jî 40 sal in PKK şer dike.

Çawa dibe tevgereke wisa, ji aliyê hin hêzên Kurdistanî ve weke sedema êrişên dewleta Tirk tê binavkirin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv