CENGA XABÛRÊ
HPG: LI METÎNAYÊ 8 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên dawî yên gerîlayan eşkere kirin.
Li gorî daxuyaniyê bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê, gerîlayan li herêma Metîna gelek çalakî kirine.
15’ê Hezîranê eskerên Tirk ji Girê Azad berê xwe dane gundê Serero û hêzên gerîla bersiveke tund dane vê hewldanê.
CENGA XABÛRÊ
HPG: DI ŞER DE GERÎLA DEMHAT KOBANÊ ŞEHÎD BÛ
Şerê saet 5 û nîvê şeveqê destpêkirî, heta 3yê piştî nîvro bi dijwarî dewam kir.
Di şer de 3 dagirker hatin cezakirin.
Di encama berxwedana gerîla de dagirker qedemeyekê ji qadê vekişiyan.
Gerîla Demhat Kobanê jî di şer de şehîd bû.
Heysem Şêxo bi nasnav Demhat Kobanê li Kobanê ji dayîk bûye.
HEYSEM ŞÊXO
DEMHAT KOBANÊ
KOBANÊ
DÊ Û BAV: ŞEMSÊ – ŞÊXO
15’Ê HEZÎRANA 2021’Ê-METÎNA
HPG’ê di serî de malbata şehîd û xelkê Kobanê, ji tevahiya welatparêzên Kurdistanê re sersaxî xwest û soza biserxistina têkoşîna şehîdan dubare anî ziman.
CENGA XABÛRÊ
HPG: LI METÎNAYÊ 8 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN
Di daxuyaniya HPG’ê encamên çalakiyên din ên li Metîna wiha ne:
15’ê Hezîranê gerîlayan eskerên Tirk ên li qada Koordîne ya Metîna kirin hedef.
Di çalakiyê de 5 dagirker hatin cezakirin.
BAZÊN ZAGROSÊ
HPG: LI AVAŞÎNÊ 3 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN
Li gorî daxuyaniya HPG’ê li herêma Avaşînê jî gerîlayan li dagirkeran dane.
15’ê Hezîranê eskerên Tirk xwestin bikevin tunelên şer ên Girê Silêman li Avaşînê.
Dagirkeran bombeyên gazê jî bi kar anîn.
Gerîlayan bi çekên ferdî bersiv dan û nehiştin eskerên Tirk bikevin tunelan.
Danê nîvro jî gerîlayan hewldaneke din a ketina tunelan têkbirin û eskerekî Tirk ceza kirin.
16’ê Hezîranê jî komek dagirker bû hedefa çalakiyeke sabotajê.
Di vê çalakiyê de jî 2 dagirker hatin cezakirin.
PROVOKASYONÊN PDK’Ê LI METÎNA
HPG: TEVÎ HIŞYARIYAN JÎ HÊZÊN PDK’Ê BER BI QADÊN GERÎLA VE RÊ ÇÊ DIKIN
15’ê Hezîranê artêşa Tirk xwest eskeran deyne qada Girê Spî ya Avaşînê.
Gerîlayan bi çekên giran li helîkopteran dan û bêyî eskeran deynin dûrketin.
HPG’ê her wiha ragihandin, ku hêzên PDK’ê tevî hişyariyan hemûyan jî li herêma Metîna çêkirina rê ber bi qadên gerîla ve didomîne.
15 û 16ê Hezîranê jî balafirên şer û helîkopterên dewleta Tirk gelek qadên Avaşînê bombe kirin.
Di êrişan de ti zirar li gerîlayan nebû.