LI NURNBERGÊ, POLÎS AVÊT SER KOMELEYA KURD
HUKUMETA ALMAN BI ÊRIŞA SER KOMELEYA KURD PEYMANA PIŞTGIRÊ DA HUKUMETA TIRK
Di nava heftê de piştî Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlût Çawîşoglû çû serdana Berlînê, polîsên Elman li Nurnbergê avêtin ser Mala Gel a Medya û lêgerîn pêkanin.
Polisên Alman derî û pencere şikandin li hundir hertişt serûbin kirin.
Di dema lêgerînê de dest danîn ser amûrên buroyê û telefonên destan.
Her wiha polîsan bi awayeke hemwext avêtin ser mala Hevseroka Komeleyê Makbûle Kartal û dest danîn ser kompîter, telefon, kamereya dijîtal û bexşînên ku ji bo ji bo mexdûrên vîrûsa koronayê hatibûn amadekirin.
Federasyona Civakên Kurdistanî yên Eyaleta Baden-Wurtemberg û Bayern bi daxuyaniyekê helwesta polîsên Elman bi tundî rexne kir û got; Ev serdegirtin piştî serdan wezîrê tirk Çawîşoglû ya Berlinê pêk hatiye. Em ji hukumeta Alman dixwazin Kurdan neke qurbanê berjewendiyên xwe yên bi Tirkiyê re.
LI NURNBERGÊ, POLÎS AVÊT SER KOMELEYA KURD
SAZÎ Û KOMELEYÊN KURD Û ALMAN ÊRIŞ KERMEZAR KIRIN
Ji aliyê din ve, gelek sazî û dezgehên Kurd û Alman li pêşiya komeleyê hatin cem hev û ev siyaseta Alman ya kirîmînalizekirina Kurdan protesto kirin.
KON-MEDê jî bi daxuyaniyekê bang li hukumeta Alman kir ku rê li ber xebatên çandî û civakî yê gelê Kurd negire.
Di banga Kon-Medê de tê bibîrxistin ku hemû komeleyên girêdayî Federasyona wan tev legal in û wiha tê gotin:
Em bi ti awayî qebûl nakin ku hêzên polis bi awayeke korsanwarî bavêje ser komeleyên me.
Divê edî Almanya li hemberî kurdan dev ji rêbazên dewleta tirk berde û rêyên qanûnî û diyalogê hilbijêre.