Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hîzba Komunîst: Divê Iraq mudaxeleyî dewleta Tirk bike û Kurd bibin yek

 

HIZBA KOMUNÎST LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ BANGA YEKGIRTINÊ KIR:
DIVÊ IRAQ MUDAXALEYÊ DEWLETA TRIK BIKE Û KURD JÎ BIBIN YEK

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel NPG’ê Murat Karayilan berî çend rojan, da zanîn ku êrişên dewleta trik yên li ser başûrê Kurdistanê, şerê li dijî hemû Kurdane û bal kişandibû ser bêdengiya hêzên Başûrî.

Karayilan herwiha ev gotibû:

Bila di vê dagirkeriyê de alîkariyê nedin dijmin jî bese. Wê demê bila têkoşîna gerîlayên leheng bibînin.”

Li ser van daxuyaniyan dengek ji Hizba Komunîsta Kurdistanê hat.

Endamê Rêveberiya Hizba Şîu Cehwer Şikûr da xuyakirin ew weke Hizba Komunîst tim li dijî dagirkeriyê rawestiyane û bang li Dewleta Iraqê kir ku rê dengin êrişên dewleta Tirk yên li ser axa Başûrê Kurdistanê.

Cehwer Şikûr bibîrxist ku Kurdistan beşek ji Iraqê ye wiha domand:

“Mixabin ne Iraq deng derdixe ne jî Kurd di nava xwe de yekgirtîne. Ji bo me berjewendiyên gel û nîştiman ji hemû berjewendiyan mezintir û pîroztir in.”

Cehwer Şikûr derheqê girîngiya yekrêziya kurdan de wiha axivî:

“Dijminên gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê yekgirtîne, divê Kurd jî berjewendiyên xwe yên rêxistinî deynin aliyekî û yekgirtî bin.”

Cehwer Şikûr rêveberiya Başûrê Kurdistanê rexne kir û got: Rêvebiriya başûr ji ber berjewendiyên xwe, ji hemû êrişan re çavên xwe digire. Ev kurdan perçe dike. Çarenûsa gelê Kurd girêdayî yekitî û Kongreya Netewî ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv