ARTÊŞA TIRK GUNDÊN NAVÇEYA ŞÊRA TOPBARAN KIR
DI TOPBARANÊ DE CÎH Û WARÊN SIVÎL HATIN HEDEF KIRIN
Ji roja ku bajarê Efrînê hatiye dagirkrin û vir ve, artêşa Tirk û çeteyên wê bê navber êrişî deverên azad ên herêmê dikin.
Îro jî li dijî gundên Merenaz û Elqemiyê yên Şêra êrişên bi topan pêk hatin.
Topbaran demeke dirêj bi dijwarî dewam kir.
Têkildarî zirar û encaman de, agahî nehatin bidestxistin.
Ji aliyê din ve artêşa Tirk û çeteyên wê li rojavayê Girê Spî jî gundên Evdiko û Kopirlîk topbaran kirin.