Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dadgeha Temîzê ya Herêma Kurdistanê cezayê rojnameger û aktîvîstên Behdînan erê kir

 

DADGEHA TEMYÎZÊ YA HERÊMA KURDISTANÊ BIRYAR ERÊ KIR
CPJ: TU ELEQEYA VÊ BIRYARÊ BI AZADIYA ROJNAMEGERIYÊ RE NÎNE

Dadgeha Hewlêre di 16’ê Sibataê de 6 sal cezayê girtîgehê li rojnamevan Guhdar Zêbarî, Harîwan Îsa, Şivan Seîd, Şêrwan Şêrwanî û Eyaz Kerîm birî

Parezerên rojnamevanan bi daxwaza betalkirina biryarê serî li Dadgeha Temîzê ya Herêma Kurdistanê dan.

Çend roj berê jî Dadgeha Temîzê derbarê dozê de biryara xwe eşkere kir.

Dadgeha Temîzê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de îdakir ku ji ber rojnamevan di lêpirsînê de li cezayê mikur hatine cezayê wan hatiye erê kirin.

Ev biryara Dadgehê, di serî de li Başûrê Kurdistanê di qada navnetewî de jî rastî nerazîbûnan hat.

Komîteya Parastina Rojnamegeran a newnetewî (CPJ) li ser erêkirina cezayê rojnamevana daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya xwe de hate gotin: Tu eleqeya vê biryarî bi azadiya rojnamegeriyê re nîne.

Komîteyê di dewama daxuyaniya xwe de bang li rêvebiriya Başûrê Kurdistanê jî kir kir.

Pêwîste desthilatdarên Herêma Kurdistanê di demek zû de ji vê şaşitiyê vegirin.

DADGEHA TEMYÎZÊ YA HERÊMA KURDISTANÊ BIRYAR ERÊ KIR
29 PARLAMENETRÊN HERÊMA KURDISTANÊ JÎ NERAZÎN NÎŞANÎ BIRYARÊ DAN

Ji Parlementoya Herêma Kurdistanê 29 parlemeneran jî li ser mijarê daxuyaniyek hevbeş da.

Parlementeran di daxuyaniya hevpar de dan zanîn ku rojnamevan bi awayekî ne adîlane hatine dadgeh kirin û wiha hate gotin.

Di dema dadgehkirinê de nûnerên me li salonê bûn. Ji bo ev kes bên cezakirin tu belgeheke fermî nebû ku van kesan sûc kiriye.

Lewma biryara ku li gor qaşo mikurhatinên rojnamegeran hatiye erêkirin dûrî rastiyê ye.

Di daxuyaniyê de qala bandora aliyan li ser dadgehê jî hat kirin û hat gotin ku di nava dadgehê de hin hêz serdestin.

Parlementeranb di dawiyê de ji dadgehê xwest biryara xwe ji nûve binirxîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv