8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ
JI HPJ-ROJHILATÊ KURDISTANÊ MERASÎMA LEŞKERÎ
Ev der çiyayên azad ên Kurdistanê ne.
Hêzên Parastinê Jinê yên Rojhilatê Kurdistanê bi merasîmeke leşkerî pêşwazî li 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê kirin.
Di merasîmê de Hevseroka KODARê Gulan Fehîm, Endama Koordînasyona KJAR’ê Ciwana Sinê, Fermandara HPJ’ê Faraşîn Mahabad, Endama Koordînasyona Yekîtiya Jinên Ciwan ên Rojhilatê Kurdistanê Viyan Karxo û Fermandara HPJ’ê Rojda Zagros bi gerîlayên jin re amade bûn.
Fermandara HPJ’ê Faraşîn Mahabad di merasîmê de axivî.
8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ
FARAŞÎN MAHABAD: EM BIRÊXISTINBÛYÎNEKE XURT DAWÎ LI QIRKIRINA JINÊ BÎNIN
Faraşîn Mahabad têkoşîn û berxwedana jinên azadîxwaz li tevahiya cîhanê silav kir.
Fermandariya HPJ’ê bibîrxist, ku wan weke tevgera azadiya jinê ji bo azadiya xwe berdêlên giran dane.
8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ
FARAŞÎN MAHABAD: BI YEKÎTIYA JINAN EM LI ROJHILAT Û ÎRANÊ BI SER KEV IN
Faraşîn Mahabad bang li tevahiya jinên Kurd û pêkhateyên din ên Îranê kir, ku li dijî qirkirina jinê xwe bi awayekî xurt rêxistin bikin.
Piştî axaftina Fermandara HPJ’ê gerîlayên jin 8’ê Adarê li hev pîroz kirin.