Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hêlîn Umît: Jin hêza herî dînamîk a pêngava ‘Dem Dema Azadiyê Ye’ ne 07.03.2021

 

ENDAMA KOMÎTEYA NAVENDÎ YA PKK’Ê HÊLÎN UMÎT
“JIN HÊZA HERÎ DÎNAMÎK A PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ” NE

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît têkildarî têkoşîn û berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk, pêngavên Dem Dema Azadiyê ye, Dema Parastina Jin û Civaka Azad e, bersiv dan pirsên ANF’ê

Hêlîn Umît tevahiya kesên bi pêngavan li Kurdistanê li têdikoşin silav kirin û wiha got:

Dixwazim bêjim, ku berxwedana destanî ya hêza bingehîn a vê pêngavê gerîlayên me li Garê terzê serfiraziyê nîşan daye.

Ev ne pêngaveke demî, pêngaveke ji qonaxa şerê gel ê şoreşgerî ye.

Bi stratejiya me ya têkoşînê, bi vê pêngavê berê me li encamgirtinê ye.

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê da zanîn, ku wê qonaxên cûda yên pêngava Dem Dema Azadiyê ye hebin.

Bi plansaziyên cûda yên berfireh heta bidestxistina azadiyê û misogerkirina wê, wê pêngav were birêvebirin.

Encama 6 mehên pêşî yên pêngava me têr û tije ye.

Gelê Kurd bi jin, ciwan, girtiyên xwe yên li zîndanan û şervanên xwe yên li çiyayan…

Bi Elewî, Êzîdî, karker û bêkarên xwe bê çalakî nema.

Li her devera êrişên faşîzma AKP-MHP’ê lê hebûn, berxwedan û têkoşîn jî hebûn.

Di vî warî de Hêlîn Umît hewldanên zêde ji bo tasfiyekirina qada siyasetê destnîşan kirin û got, tevî kêmasiyên xwe siyaseta demokratîk xeta xwe ya civaka demokratîk parast û li ber xwe da.

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê bi taybetî bal kişand ser êrişên li dijî siyasetvanên jin û siyaseta jin

Hêza herî dînamîk a pêngavê tevgera jinê bû.

Tevgera Jinê ya Kurd li ber tecrîda li dijî Rêber Apo hatî girankirin rabû.

Li Bakurê Kurdistanê tevgerbûyîna jinê mohra xwe li sala 2020’an xist.

Ji ber vê yekê dijmin nedikarî pêşketina rêxistinbûyîn û têkoşîna jinê asteng bike.

ENDAMA KOMÎTEYA NAVENDÎ YA PKK’Ê HÊLÎN UMÎT
“DIVÊ HER KES BEŞDARÎ XETA BERXWEDANÊ YA RÊBER APO BIBE”

Hêlîn Umît li ser têkoşîn û berxwedana bi pêngavan a di sala 2021’ê de jî wiha got:

Rêber Apo di şertên herî zor de têdikoşe.

Pergaleke êşkenceyê ya ewçendî di dîrokê de nehatiye dîtin.

Her halê şerê psîkolojîk û civakî li ser Rêber Apo tê kirin.

Li dijî van pêkanînan hemûyan, Rêber Apo li ber xwe dide û şer dike.

Dema ew şer bike, nabe ku em weke tevger û gel xwedî helwesteke cûda bin.

Bang li her kesî dikim, ku beşdarî vê xeta berxwedanê ya rewa ya Rêber Apo bibin.

Serketin û serfirazî wê li ser vê bingehê were bidestxistin.

Weke berxwedana Garê nîşan da, em jî bi xeta Rêbertiyê re serfiraziya netewa demokratîk pêk bînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv