8’Ê ADARÊ ROJA JINAN CÎHANÊ
YPJ’Ê BI MERASÎMEKE HEYBET PÎROZ KIR
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina JInê li Kantona Hesekê bi merasîm û şahiyeke heybet pêşwazî li 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê kir.
Gelek fermandar û şervanên YPJ’ê tevlî bûn.
Fermandar Newroz Ehmed di merasîmê de axivî.
Fermandara YPJ’ê destnîşan kir, ku 8’ê Adarê li tevahiya cîhanê destketiyeke girîng a jinê ye û di oxira wê de berdêlên giran hatin dayîn.
Newroz Ehmed li ser êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jî wiha axivî:
‘Heta zihniyeta serweriya mêr hebe, jiyanek azad pêk nayê. Emê li ser bingeha dilsoziya bi hevrêyên xwe yên şehîd re şoreşê biparêzin û mezin bikin. Eger jiyanek hebe, divê ew jiyan azad be.
Piştî axaftina Newroz Ehmed li salonê şahî hat lidarxistin.
8’Ê ADARÊ ROJA JINAN CÎHANÊ
YJŞ: EM JI YJA-STAR’Ê FÊRÎ XWEŞIKBÛN Û AZADIYA JINÊ BÛN
Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê-YJŞ’ê jî bi daxuyaniyeke nivîskî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir.
Di daxuyaniya Fermandariya YJŞ’ê de îşaret bi rola gerîlayên YJA-Starê ya li dema Şengalê hat kirin û wiha hat gotin:
Em ji gerîlayên YJA-Starê fêrî xweşikbûn û azadiya jinê bûn.
Ji ber vê yekê em 8’ê Adarê li wan pîroz dikin.