ŞERÊ LI QADÊN BERXWEDANÊ
HPG: TAKTÎKA SERDEMA NÛ YA GERÎLA SERKETÎ YE
Berdevkê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê Serdar Yetktaş derheqê êrişên dewleta tirk û rewşa şerê li heremên parastinê yên Medyayê de ji ANF’ê re axivî.
Yektaş bibîrxist ku şerê îsal ji 23ê nîsanê ve pir bi dijwarî dewam dike û ev 5 mehin li gel bikaranîna her cure rêbazên qedexekirî jî artêşa Tirk nikare pêş keve.
Weke nêmûne da zanîn ku dewleta Tirk li Qerebaxê di nava mehekê de dikarî encamekê bi dest bixe, lê ev 5 mehin bi hemû derfet û hêza xwe ketiye Avaşîn, Metîna û Zapê, lê li hemberî gerilla asê maye, derbên mezin dixwe û gelek kuştî dane.
Berdevkê HPGê ev serketina hevalên xwe bi taktika serdema nû ya gerîlatiyê ve girêda û ev agahî dan:
“Hevalên me ji Bakurê Kurdistanê heta bi Herêmên Parastinê yên Medyayê li her deverê taktîkên gerîlatiya serdema nû bi hostatî bi kar tînin. Dewleta Tirk jî ferq kir ku ew nikarin bigêhêjin armanca xwe, lewma niha bi giranî çekên kimyewî yên qedexe bikartîne.
Derheqê pratika şer de Serdar Yektaş da xuya kirin li qadên şer niha herî zêde tîmên gerîla yên mobîl di dewrê de ne û got, Piraniya çalakiyan ji hêla wan têne kirin. Berxwedana li tûnel û mewziyan û çalakiya tîmên profesyonel ên mobîl ên gerîla hev temam dikin.
ŞERÊ LI QADÊN BERXWEDANÊ
HPG: RAYEDARÊN TRIK RASTIYA ŞER JI CIVAKÊ VEDIŞÊRIN
Berdevkê HPG’ê daxuyaniyên rayedarên dewleta tirk yên derheqê hêjmara windahiyên gerîla de derew derxistin û wiha axivî:
“Rayedarên tirk li ser kuştina Kurdan dixwazin prîmê bikin. Mîna ku çiqas ispat bikin celadê Kurdan in, ewê ewqas li desthilatê bimînin. Daxuyaniyên wan tev derew in. Ew hêjmara kuştiyên xwe vedişêrin û yên me jî bi zanebûn zêde nîşan didin. Li gorî xwe şerekî psikolojik dimeşînin. Naxwe êdî kesên derdora wan jî bawerî bi gotinên wan naynin.
Serdar Yekdaş dereweke wezirê Parastinê Hulusî Akar weke numune nîşanda û got:
“Piştî daxuyaniya Hulîs Akar ku gotibû li Garê 7 gerîlayên payebilind şehîd bûne, hevalên me yên qadê agahî dan ku di bombebaranê de gerîlayek tenê jî şehîd nebûye û tenê 2 hevalên me bi sivikî birîndar bûne.”