Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: ‘YJA-Star’ê derb li helîkoptereke êrişê ya artêşa Tirk dan’

 

BAZÊN ZAGROSÊ LI AVAŞÎNÊ
HPG: LI GIRÊ SILÊMAN 2 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da û çalakiyên dawî yên gerîlayan eşkere kirin.

HPG’ê da zanîn, ku hêzên gerîla li herêma Avaşînê bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê rabûne.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku 17’ê Îlonê gerîlayan dagirkerên li ser Girê Silêman kirine hedef.

Di çalakiya bi rêbaza sabotajê de 2 dagirker hatin kuştin.

Çalakiyeke din a gerîla li herêma Metîna pêk hat.

CENGA XABÛRÊ LI METÎNA
HPG: YJA-STAR’Ê DERB LI HELÎKOPTERA ARTÊŞA TIRK DA

Hêzên gerîla li vir jî bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê di nava tevgerê de bûn.

HPG’ê da zanîn, ku 17’ê Îlonê bi şev, helîkopterên êrişê xwestine qadên Hirorê û Kêste bombe bikin.

Gerîlayên YJA-Starê ji du milan ve li helîkopteran dane.

Di encama vê çalakiyê de helîkopterekê derb xwariye û ji herêmê dûr ketiye.

QADA BERXWEDANÊ YA WERXELÊ
HPG: BERXWEDÊRÊN WERXELÊ DÎSA RÊ NEDAN ARTÊŞA TIRK BIPÊŞKEVE

Têkildarî rewşa dawî ya li qada Berxwedanê Werxelê jî HPG’ê ev agahî dan:

Artêşa Tirk 17’ê Îlonê bi çekên giran qada berxwedanê ya Werxelê bombe kir.

Piştî bomberdimanê derengiya şevê, dagirkeran xwestin bikevin qada berxwedanê.

Berxwedêrên Werxelê dest li vê hewldanê werdan û şerekî dijwar qewimî.

Berxwedêrên Werxelê careke din bi berxwedana xwe ya mezin, rê nedan pêşketina dagirkeran.

HPG’ê têkildarî êrişên dagirkeriya Tirk jî ev agahî dan:

17’ê Îlonê dora gundên Êdinê, Dêşîşê û Serarû yên bi ser bajarokê Kanîmasî ve û qada Koordîne ya Metîna…

Qadên Karker û Saxa yên Zapê, bi balafirên şer, helîkopterên êrişê û ji qereqolên lii ser sînor hatin bombekirin.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv