JI HILBIJARTINÊN IRAQÊ RE DEMEK KURT MA
NAMZETÊ CIVAKA ÊZÎDÎ ŞEX SEMÎR DERWÎŞ E
Îsal di 10’ê Cotmehê de wê li Iraqê hilbijartinên parlementoyê bên lidarxistin.
Ji niha ve, partiyên siyasî namzetên xwe diyar kirin û dest bi xebatên propagandayê kirin.
Ji Şengalê Şex Semîr Derwîş jî li ser navê PADÊ wek namzetê civaka Êzîdî tevlî hilbijartinan dibe.
Hevalên me Îbrahîm Êzîdî û Salîm Şengalî xebatên PADÊ şopandin û nûçeyek amade kir.
NÛÇE: ÎBRAHÎM ÊZÎDÎ
KAMERA: SALIM ŞENGALÎ