Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: Li Gilîdaxê 8 dagirker hatin cezakirin

 

LI HERÊMA SERHEDÊ ÇALAKIYÊN YJA-STAR’Ê
HPG: LI GILÎDAXÊ 8 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir, ku gerîlayên YJA-Starê ji Serhedê heta Metîna derbeke giran li dagirkeran dane.

Di destpêka daxuyaniyê de têkildarî çalakiyên li herêma Serhedê HPG’ê ev agahî dan:

19’ê Çileyê artêşa dewleta Tirk li qada Demîrkapi ya herêma Gilîdaxê dest bi tevgereke berfireh a dagirkeriyê kir.

Gerîlayan bi çalakiyeke sabotajê li dagirkeran dan.

Dagirkerek hat cezakirin û 3 jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk hêzên xwe jî 28’ê Çileyê bêyî ku encamekê bi dest bixe vekişandin.

9’ê Nîsanê fotokapan ango wênekêşên artêşa Tirk wêneyên gerîlayan li herêma Gilîdaxê qeyd kirin.

11ê Nîsanê gerîlayên YJA-Starê kemîna artêşa dagirker danî bê encam hiştin.

Paşê di navbera hêzên me û dagirkeran de şer qewimî û li vê derê 2 dagirker hatin cezakirin.

Di şer de ti zirar li gerîlayan nebû.

26’ê Nîsanê jî li qada Hallac a herêma Gilîdaxê gerîlayan yekîneyeke dagirker ferq kirin û xistin kontrola xwe.

Hêzên gerîla ji 4 milan ve li dagirkeran xistin.

Di vê çalakiyê de 5 eskerên Tirk hatin cezakirin û 3 jî birîndar bûn.

LI METÎNA Û AVAŞÎNÊ ÇALAKIYÊN YJA-STAR’Ê
HPG: DI ÇALAKIYAN DE 3 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

HPG’ê têkildarî çalakiyên bi Pêngavên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê li Metîna hatine lidarxistin jî ev agahî dan:

Hêzên YJA-Starê 16’ê Gulanê eskerên li ser Girê Azad ê li qada Koordîne kirin hedef.

Di çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin û 3 jî birîndar bûn.

16’ê Gulanê artêşa Tirk xwest li qada Dola Konferansê bi cih bibe.

Gerîlayan li ser hev bi çalakiyên sekvanî û derblêxistinê dagirker kirin hedef.

Danê êvarî eskerên Tirk xwestin bikevin çeperên şer ên gerîla.

Li vê derê jî gerîlayan li wan da û dagirkerek hat cezakirin.

Artêşa Tirk a derb xwarî ji neçarî qedemeyekê vekişiya.

HPG’ê her wiha ragihandin ku 16 û 17 Gulanê artêşa dagirker bi balafir û helîkopteran gelek qadên Zap, Avaşîn û Garê bombe kirine.

Ti êrişan de ti zirar li gerîlayan nebûye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv