ROJNAMEYA INGILÎZ MORNÎNG STAR
NÛÇEYA BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ LI DIJÎ GERÎLA WEŞAND
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûraat Karayilan 14’ê Gulanê di bernameya taybet a Stêrk Tv de şerê dagirkeriya Tirk dike bi vî rengî pênasekiribû.
Ji ber ku li dijî gerîlayên li Girê Mamreşo yê Avaşînê artêşa Tirk çekên kîmyewî bi kar anîbûn.
Rojnameya Ingilîz Mornîng starê jî bi weşandina wêneyên gerîlayan ev şerê qirêj ê dagirkeriya Tirk weşand.
Di nûçeyê de hevpeyvîna bi rayedarên KCK’ê re jî cih girt.
Berdevkê Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê Zagros Hîwa ji rojnameyê re wiha got:
Hûn dibînin li ser bedena şehîdan ti gulle tine ye. Gelekî zelal e, ku ev bi encama êrişa kîmyewî ya hêzên Tirk pêk hatiye.
Her wiha bang li sazî û rêxistinên navneteweyî yên eleqedar kir, ku li herêmê lêkolînan bikin.