ŞERÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
HPG: EM HEVRÊYÊN XWE BAHOZ Û KENDAL BI BÎR TÎNIN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê 2 şehîdên Çiyayê Cûdî bi bîr anîn.
Têkildarî şehadeta her du gerîlayan ev agahî hatin dayîn;
19’ê Mijdara 2020’an artêşa Tirk li qada Girê Hirmo ya Çiyayê Cûdî dest bi tevgera dagirkeriyê kir.
Bi balafirên şer bomberdimaneke dijwar kir.
Di êrişan de hevrêyên me Bahoz Botan û Kendal Licê şehîd bûn.
Nasnameyên şehîdan wiha ne:
Fahrettîn Rûvanas bi nasnav Bahoz Botan li Şirnexê ji dayîk bûye.
FAHRETTÎN RÛVANAS
BAHOZ BOTAN
ŞIRNEX
DÊ Û BAV: GEVRIYE – HAMÎT
19’Ê MIJDARA 2020’AN-BOTAN
Mansûr Yiltaş bi nasnav Kendal Licê li Amedê ji dayîk bûye.
MANSÛR YILTAŞ
KENDAL LICE
AMED
DÊ Û BAV: NESÎBE – ZEKÎ
19’Ê MIJDARA 2020’AN-BOTAN
Di daxuyaniya HPG’ê de ji bo gerîla Bahoz Botan wiha hat gotin:
Ew bi felsefeya Rêber Apo di demeke kin de bû gerîlayekî şareza .
Bi berpirsiyariya girtî ser milên xwe timî xwe nû kir û bû bersiva erkên xwe.
Ji bo gerîla Kendal Licê jî wiha hat gotin:
Ew weke ciwanekî Kurd li berpirsiyariyên xwe yên dîrokî xwedî derket û 2014’an beşdarî nava refên gerîla bû.
Pratîka wî ya pêşî li çiyayê Cûdî yê herêma Botanê bû.
Wî perwerdeya xwe ya pêşî ji fermandarê mezin ê rizgarkirina Kobanê Gelhat Gabar girt.
Ew li Cûdî bû xwedî ked û hewldaneke mezin a xurtkirina xebatên gerîla.
Ji 2015 heta 2020’an li dijî tevahiya êrişan bi şarezatî rabû û têkoşiya.
Ew evîndarê Çiyayê Cûdî, ji Girê Hermo heta Bilika, ji Sefînê heta Girê Çolya, ji deşta Silopya heta Nêwavayê cihê xwe di dilê her hevrêyê xwe de girt û bû fermandarekî efsanewî yê Botanê.
Di dawiya daxuyaniyê de HPG’ê ji malbatên şehîdan û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxî hat xwestin û wiha hat gotin:
Em soza xwe ya meşa li ser şopa armancên şehîdan nû dikin.