Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: Li Dersim û Heftanînê 2 dagirker hatin cezakirin

 

ŞERÊ GERÎLA YÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
HPG: LI DERSIM Û HEFTANÎNÊ 2 DAGIRKER HAT CEZAKIRIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên dawî yên gerîlayan eşkere kirin.

HPG’ê ragihand ku gerîlayan li herêma Heftanînê bi pêngava şoreşgerî ya Cenga Xabûrê:

30’ê Tîrmehê li dijî dagirkerên li girê Koxê Mele Yehya çalakiyek sekvaniyê kirin.

Di çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

Heman rojê wesaîteke eskerî ya ji navçeya Dersimê Xozatê ber bi qereqola Amûtka ve diçû bû hedefa gerîla.

Di ketina nîzamiyeya qerqolê de gerîlayan dijî wesaîtê çalakî kir û bi kêmanî dagirkerek hat cezakirin.

Dîsa li heman qadê 5 wênekêş hatin îmhakirin.

Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi helîkopter û çekên giran derdor gullebaran kir.

Ji ber gullebaranê şewata herêma Derekoyê derket hê jî didome.

Têkildarî êrişên hewayî yên artêşa Tirk jî HPG’ê ev agahî dan.

28’ê Tîrmehê Şikefta Birîndaran a herêma Zapê û 31’ê Tîrmehê devera Kurojehro û Saca bi balafirên şer hatine bombekirin.

29’ê Tîrmehê tûnelên şer ên li devera Girê Sor a herêma Avaşînê, Ava Lolan, Girê Şekîf û Girê Şehîdan ê Xakûrkê:

30’ê Tîrmehê derdora bajaroka Çemankê ya bajarê Dihokê, derdora gundê Meyrokê, devera Deşta Kafya:

Devera Sîda û qada Çemço ya Zapê ji aliyê balafirên şer ve hat bombekirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv