Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî Pêngav

Agahî ji koma gerîla ya PDK’ê li Xelîfanê êrişî wê kiribû nayê girtin

 

AGAHÎ JI KOMA GERÎLA YA PDK’Ê LI XELÎFANÊ ÊRIŞÎ WÊ KIRIBÛ NAYÊ GIRTIN
HPG: DI KOMÊ DE JI FERMANDARIYA EYALETA XAKURKÊ SERWER SERHAT JÎ HEYE

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişa li herêma Xelîfanê ya PDK’ê li ser komeke gerîla kirî daxuyaniyek da.

HPG’ê pêşî daxuyaniya berê dayî bi bîr xist:

Me beriya niha jî bi daxuyaniyekê ji bo gelê xwe û raya giştî ragihandibû ku,

26’ê Tîrmehê li dora gundê Bêxme yê navçeya Xelîfanê têkiliya me bi komeke hevalên me re qut bûye.

Me xwestibû PDK têkildarî bûyerê agahiyekê bide.

HPG’ê navên gerîlayên di vê komê de cih digirin jî wiha eşkere kirin:

Koma ku têkiliya me pê re qut bûye, koma hevalê me Serwer Serhat e, ku di Fermandariya Eyaleta Xakurkê de cih digire.

Li rex wî hevalên me Dijwar Berxwedan û Wargeş Çavreş hene.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir, ku ev koma gerîla ji bo bi erka xwe rabe derketibû rê.

Heval Serwer fermandarekî me ye, ku li Bakurê Kurdistanê di berxwedanê de bûye xwedî tecrûbe.

Dema weke fermandarê eyaletê berê xwe dabû Behdînanê ji bo cihê erka xwe ya nû, ji aliyê me ve hat tespîtkirin, ku li nêzî gundê Bêxme yê Xelîfanê bûye hedefa êrişê.

Lê encama bûyerê nehat zelalkirin.

Têkildarî aqûbeta van hevalên me, PDK’ê heta niha jî ti agahî nedaye me.

Em careke din bi girîngî ji raya giştî re parve dikin, ku divê têkildarî vê mijarê PDK’ê daxuyaniyekê bide.

Ev jî hatin dîtin

Gerîla li Zapê li Dagirkeran da

Stêrk Tv

li Dijî Gerîla Çekên Kîmyewî

Stêrk Tv

Xebatên Dîplomatîk ên Bakur û Rojhilatê Sûrî

Stêrk Tv

li Kobanê Êrişke Dewleta Tirk a Dagirker

Stêrk Tv

Naskirina Statuya Rojavayê Kurdistanê

Stêrk Tv

Salvegera Şehadeta Bêrîtan Gulnaz Karataş

Stêrk Tv