Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji gelek sazî û rêxistin daxuyanî li hemberî komkujiya Konyayê

 

DAXUYANIYÊN LI HEMBERÎ KOMKUJIYA KONYAYÊ
‘SEDEMÊ KOMKUJIYÊ ZIMANÊ KÎN Û NEFRETÊ YÊ LI HEMBERÎ KURDAN E’

Kongra Netewî ya Kurdistanê KNK’ê bûyera kuştina 7 ferdên malba Dedeogullari weke wehşete û komkujî pênase kir û bibîrxist ku di van mehên dawî de, li bajarên Tirkiyê weke Îzmîr, Enqere, Konya, Afyon, Eskîşehîr, Manîsa, Antalya jî êrîşên vî rengî li dijî Kurdan pêk hatin.

KNKê da xuya kirin ev êrîş ji aliyê rêvebirên dewleta Tirk, hikûmeta AKP-MHP-Ergenekonê ve hatiye organîzekirin. Armanc tirsandin û teslîmgirtina kurdan e.

KNKê bang li gelê kurd kir ku li her derê bi awayekî rêxistinkirî parastina xwe ya cewherî bikin û xwedî li hev derkevin.

Partiya heremên Demokratik DBP ji vê komkujiyê raste rast rayedrên hukumeta AKP-MHP sûçdar kir.

Weke sedem jî da xuya kirin rêvebirên AKP-MHP li hemberî gelê kurd zimanekî tije kîn û nefretê bi kartînin û ev yek jî nijadperstan dixe nava tevgerê.

DBP dibêje; ev komkujî berdewam mantiqa komkujiyên salên 90î yên li Kurdistanê ne ku bi destê hêzên dewletê pêk hatibûn.

DAXUYANIYÊN LI HEMBERÎ KOMKUJIYA KONYAYÊ
DEM DEMA HEVGIRTINÊ YE, DEM DEMA PARASTINA CEWHERÎ YE

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) jî bibîrxistin ku ferdên malbatê di gel ku pir caran ji aliyê nijadperstan ve bi kuştinê hatine tehdîtin kirin jî, ji aliyê huquî ve nehatine parastin.

IHD û TIHV dan xuya kirin, ewê ji bo lêkolînkirina bûyerê heyetekê bişînin navçeya Meram a Konyayê.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) jî komkujiya li Konyayê şermezar kir û banga xweparastinê li kurdan kir.

Di daxuyaniya CÎK’ê de wiha tê gotin:

”Êrîşeke giran li ser can, mal û milk, namûs û îmana me heye. Xwedê ferman daye mirovan ku xwe biparêze. Berxwedana li dijî zilmê li me ferze.

Tevgera Şoreşger a Gelan a Yekbûyî (HBDH) jî bi daxuyaniyekê got; ewê hesabê hemû komkujiyên faşîst bixwazin û têkoşîna li dijî faşîzmê bi ser bixin.”

Konfederasyona Koçberên Hejar ên Ewropa (AvEG-Kon) jî di daxuyaniya xwe ya şermezar kirinê de wiha got: ”Dem dema piştevaniyê ye. Dem dema tekoşîna li dijî faşîzmê ye”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv