BAZÊN ZAGROSÊ
HPG: LI AVAŞÎNÊ 3 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî dan:
Hêzên gerîla li Herêma Avaşînê bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê rabûn.
22’yê Hezîranê gerîlayan bi çalakiyeke sekvanî, eskerên Tirk ên ji bejahî ve ber bi Girê Sor dihatin, kirin hedef.
Dîsa heman rojê gerîlayan li heman qadê, li dagirkeran dan.
Di çalakiyan de bi giştî 3 dagirker hatin cezakirin û yek jî birîndar bû.
HPG’ê her wiha ragihand, ku 21’ê Hezîranê qadên Herfa T û Şamkê yên Zapê, gundê Orê yê Metîna bi helîkopteran hatin bombekirin.