Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG’ê bersiv da asayîşa herêma Kurdistanê: ‘Şerm ez ku hûn ji kesekî bêexlaq bawer dikin û hêviyan dikin’

 

HPG’Ê BERSIV DA ASAYÎŞA HERÊMA KURDISTANÊ
“ŞERM E KU HÛN JI KESEKÎ BÊEXLAQ BAWER DIKIN Û HÊVIYAN DIKIN”

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir, ku şexsê bi navê Înan Çelîk ê Asayîşa Herêma Kurdistanê dîmenên wî parve kirine, ji nav refên wan reviyaye.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

Ev kes du caran ji ber derewan, sextekarî û bêexlaqiyê ket ber lêpirsînê.

Dema dihat lêpirsînkirin, reviya.

Bi yek peyvê mabe, şerm e, ku asayîşa herêma Kurdistanê ji bêexlaqekî wisa bawer dike û hêviyan jê dike.

HPG’ê da zanîn, ku agahiyên vî kesî dane yek jê jî ne rast in û wiha got:

Teqez e, ku îfadeyeke bi temamî derew dide.

Me raya giştî têkildarî wan bûyerên di dîmen de behsê dike, agahdar kiribû.

Jixwe ji bo lêkolînkirina van bûyeran me lêpirsîna hevpar pêşniyar kiribû.

Têkildarî bûyerên ku behsa wan tê kirin û yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd, helwest û hewldanên me zelal in.

Ji ber wê yekê divê gelê me û ti kes ji van rêbazên şerê taybet ên bi devê dewleta Tirk bawer neke.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv