Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li dijî Tevgera Azadiyê lîstikên qirêj

 

LI DIJÎ TEVGERA AZADIYÊ LÎSTIKÊN QIRÊJ
BÛYERA LI METÎNAYÊ Û KUŞTINA MIDÛRÊ GUMRUKA SERZÊRÊ PARÇEYÊN HEMAN LÎSTIKÊ NE

Dewleta tirk a dagirker di çarçova konsepta şerê xwe yê li dijî Başûr de tişta dixwest ji ber berxwedana gerîla bi dest nexist.

Ji ber vê têkçûna xwe jî dewleta dagirker zor daye faaliyetên qirêjî yên teşkîlata xwe ya sîxuriyê MÎT’ê.

Yek ji van faaliyetan jî ew e ku tişta gerîla nekirî weke ku gerîla kiribe nîşan dide û pê dixwaze PKK’ê sûcbar bike.

Yek ji van bûyeran 5’ê hezîranê li Metînayê qewimî. Di encamê de 5 pêşmergeyî jiyana xwe ji dest dan.

Gerîla destnîşan dikin ku wan êriş nekiriye, Fermandarê Biryargeha navenda parastina Gel Murat Karayilan di televîzyona me de heman tişt got û xwest heyeteke ji du aliyan yan jî serbixwe bûyerê lêkolîn bike.

PDKê ev qebûl nekir. Heyeta ji parlamanterên başûr û Iraqê xwest li ser wesaîta derbxwarî lêkolînê bike, lê belê PDKê ew nîşan neda.

Ji ber ku PDK di vê lîstika bi xwîn de negihîşt encamekê îcar defterên berê vekirin.

Dîsa kuştina Midûrê Gumruka Serzêrê anî rojevê.

Ji bo nûkirina hafizayê û bibîrxistinê me jî dîsa li vê bûyerê nêrt.

Di navbera îlon û cotmeha 2020’an de Midûrê Gumruka Serzêrê Gazî Salih jî di nav de çend endamên parastinê hatin kuştin.

29’ê îlonê de Muqadem Sîrwan şefeqê ji mala xwe ya li navça Duhokê Akrê derdikeve û ji wê demê ve agahî jê nayên girtin.

6’ê cotmehê Raîd Behzad li qada Geliyê Elîbeg ku bi ser navça Hewlêrê Diyanayê ye dema bi wesayîta xwe digere, tê kuştin û cenazeyê wî di ava Elîbegê de tê dîtin.

7’ê cotmehê Berpirsê Parêzvanên Giştî yên Wezareta Pêşmerge Dilman Ebdullah Ferac dema bi wesayîta xwe vedigere malê li texma navçeya Harîr li ser rêya Şeqlewa tê kuştin û weke ku qeza kiribe bi wesayît û rê dilîzin.

Li gel ku di demeke kurt û li pey hev kesên berpirs tên kuştin jî çapemeniya Başûr li ser mijarê tiştekî nanivîse.

Rayedarên hikûmetê jî tu daxuyanî nadin.

Midûrê Asayîşa Deriyê Sînor ê Serzerê Gazî Salih jî li pey wan tê kuştin lê ev bûyer di çapemeniya başûr û medyaya wan a dijîtal de weke “PKK ew kuştiye” hat belavkirin.

Wê demê gelek derdoran ev bûyer wiha şîrove kirin; Ji bo di navbera aliyên kurdan de provokasyonê derxe MÎT’ê Gazî Salih kuştiye.

Ji ber ku dewleta tirk li başûrê welat li qadên dagir kirine mirovan direvîne û înfaz dike, îhtîmala ev sûîqest û cînayet jî bi destê MÎT’ê hatibe kirin gelekî xurt e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv