ÊRIŞÊN HÊZÊN TAYBET ÊN PDK’Ê LI DIJÎ GERÎLA
HPG: DI ÊRIŞA HÊZÊN TAYBET ÊN PDK’Ê DE 3 HEVALÊN ME BIRÎNDAR BÛN
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişa 13’ê Kanûnê ya li dijî gerîla hate kirin, daxuyaniyek da.
HPG’ê diyar kir ku 13’ê Kanûnê serê sibehê saet di 10:00 de li nêzî gundê Reşankê yê nehiya Zawite ya navçeya Duhokê, hêzên taybet ên PDK’ê wesayitek rawestand û ev agahî dan
Piştî ku dîtin yên di wesayîtê de hevalên me û endamên rêxistineke dost in, bi rengekî giran gule li wesayitê reşandin.
13’ê Kanûnê danê êvarê saet di 20:30’î de, li herêmek navbera gundên Kanê û Sergelê yên navçeya Amediyê ku bi salan e wesayitên me lê diçin û tên,
wesayiteke me ya di rê de bû ji aliyê wesayitên zirxî yên bi çekên giran ên PDK’ê ve hate dorpêçkirin.
Wesayita me bêyî bisekine rêya xwe dewam kir, lê hêzên PDK’ê bi dijwarî gule lê reşandin.
Li ser vê yekê şer qewimî û di encamê de 3 hevalên me birîndar bûn ku rewşa 2 ji wan giran e.
Eşkere ye ku biryar dane bi rêk û pêk pêşî li wesayitên me bigirin, wesayitên me bikin hedef.
Bûyerên ku qewimîne ji ber vê êrişkariyê ye.
Berpirsyariya van bûyeran li stuyê yên ku ev êriş plan kirine û bi cih anîne.