14’Ê KANÛNA 2015’AN DEWLETA TIRK BERÊ XWE DA SÛR, CIZÎR Û SILOPYA
BERXWEDANA DÎROKÎ YA LI HER SÊ NAVÇEYAN DEWLETA TIRK TARÛMAR KIR
Meha Tebaxa 2015’an bû, dema ev dengê bilind û jixwe bawer li kolanên Kurdistanê bilind bû.
Pêşî li Nisêbînê û paşê Cizîr, Sûr, Silopya, Hezex, Şirnexê û gelek deverên din meclîsên gel li pey hev, xwerêveberî ragihandin.
Pêşengiya vê berxwedana dîrokî jî dîsa herêma Botanê kir.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê 12ê Tebaxa 2015’an bi daxuyaniyekê îlankirina rêveberiyên xweser silav kir.
Ciwanên di bin banê YDG-Hê de di nava xweparstinê de bûn li gelek navendan YPS û YPS-Jin ragihandin.
Li Farqînê di 3 mehan de 6 caran derketina derve hate qedexekirin û di qedexeya herî dawî de 12 rojan di bin êrişên giran da ma.
Dewleta Tirk li Farqînê artêşa xwe xist dewrê û bi hemû hêza xwe êriş bir ser gelê Farqînê.
Dîsa jî nekarî berxwedanê têk bibe û xwe vekişand.
Û ev dîmenên dîrokî ji wan kêliyan man.
Piştî wê bi mehekê AKPê bi artêşa xwe re rûnişt û biryara xirakirina bajarên Kurdistanê da.
14ê Kanûna 2015an li Cizîr û Silopya qedexeya derketina derve ragihand.
Li navçeya Amedê Sûrê jî qedexeya derketina derve hebû û berê artêşa xwe ya dagirker da ser her sê bajaran.
Li her sê navçeyan li dijî êrişan biryara berxwedanê hat dayîn.
Hevseroka Meclîsa Gel a Silopya şehîd Pakîze Nayir ew biryardarî û sekna wan rojan wiha nîşan dabû.
Gelê Botan li Cizîr û Silopya li pişt îradeya xwe sekinî û serê xwe netewandin.
Dewleta Tirk a dagirker li her du navçeyan jî serî li rê û rêbazên hovane da û komkujî kirin.
Hêzên YPS û YPS-Jinê bi gel re heta dawî li ber xwe dan û li Cizîra Botan, Silopya û Sûrê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin.
Di vê berxwedana dîrokî de Hevserokên Meclîsên Gel ên Cizîra Botan û Silopya, Mehmet Tunç, Asya Yuksel, Pakîze Nayir şehîd bûn û bûn sembol.
Fermandarê nemir ê berxwedana Sûrê Çiyager Hêvî û bi sedan hevrêyên xwe bûn lehengên nemir.