Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hêzên PDK’ê êrişî gerîlayan kirin 14.12.2020

 

HÊZÊN PDK’Ê ÊRIŞÎ GERÎLA KIRIN
LI AMÊDIYÊ 1 JÊ GIRAN 3 GERÎLA BIRÎNDAR BÛN

Êriş li nêzî gundê Sêgirkê yê ser bi navçeya Amediyê li dijî gerîlayên Kurdistanê pêk hat.

Di vê êrişê de ku hêzên PDK’ê kir, 3 gerîlayên HPG’ê birîndar bûn.

Êrişê heta saet 10’ê şevê dikir.

Ev êriş di demekî wisa de pêk hat ku PDK dixwaze bi şirîkatiya dewleta tirk dor li gerîla bigre.

Ji cotmehê vir ve ye PDK hêzên Gulan û Pêşmergên Roj dişîne qadên gerîla û ji ber vê jî nerazîbûn hene.

Dîsa serkirdeyên PDK’ê serokwezîr Mesrûr Barzanî 9’û kanûnê daxuyaniyeke li dijî Tevgera Azadiyê û Şengalê dabû.

Mesrûr Barzanî îdia kiribû ku li pişt xwepêşandanên li Başûr PKK heye û Şengalê jî ji nû ve hedef nîşan dabû.

HEVKARIYA PDK Û DEWLETA TIRK
KCK’Ê EŞKERE KIRIBÛ KU EW NAXWAZIN ŞERÊ PDK’Ê BIKIN

Beriya vê êrişî di 4’ê mijdarê de jî ev hêzên navborî hewl dabûn bikevin qadên gerîla yên li Çemankê.

Gerîla di vê bûyerê de çek bi kar neanîbû û ji bo ev rewş veneguhere şerekî helwest nîşan danû.

Der barê bûyera çemankê de Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê jî heman rojê der barê daxuyaniyên Serokê PDK’ê Mesût Barzanî de daxuyanî dabû û ev niyeta xwe ya şer eşkere kiribû.

Li gel ku ser axa Başûrê welat ji ber şirîkatiya PDK’ê ya bi dewleta tirk re bi kêmanî 40 baregeh û qerargehên dewleta tirk a dagirker hene û ev dewlet misêwa kurdan qetil dike.

Rayedarên PDK’ê li dijî vê rewşê ji ber şirîktiya xwe bêdeng dimînin, lê li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê di nav provokasyoneke wisa de ne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv