GIRTIYÊN AZADIYÊ EV 18 ROJ IN DI GREVÊ DE NE
“EM Ê HETA DAWÎ LI BER XWE BIDIN Û AZADIYA RÊBERÊ XWE PÊK BÎNIN”
Koma Civakên Kurdistanê û Komalên Jinên Kurdistanê ji bo azadiya Rêber Apo û Kurdistanê pêngava ‘Bes e ji Faşîzm, Dagirkerî, Tecrîdê re, Dem Dema Azadiyê ye’ dabûn destpêkirin.
Bi hezaran girtiyên PKK û PAJK’î jî ji zindanên dewleta Tirk a dagirker bi vê pêngava dîrokî rabûn.
27’ê Mijdarê ji bo azadiya Rêber Apo dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bidorvegerî kirin.
Çalakiya girtiyan 18 roj li pey xwe hiştin û niha koma 4’an çalakiyê bi rê ve dibe.
Girtiyan ku bi rêya malbatên xwe peyaman dişyînin biryardariya xwe tînin ziman û ji civakê piştgiriyê dixwezin..
Di vê navberê de bi destpêkirina berxwedanê re li zindanan zext û faşîzma dagirkeriya Tirk li ser girtiyên siyasî zêde bûye.
Li gorî agahiyan rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê vîrusa korona bi zanebûn li nava girtiyên siyasî belav dike.
Her wiha girtiyên nexweş nayên dermankirin û bi mirinê re rû bi rû ne.