Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gelê Kurd li seranserî cîhanê ji bo azadiya Rêber Apo li qadan bûn 14.12.2020

 

“JI OCALAN RE AZADΔ
LI PARZEMÎNÊN CUDA BI HEMAN DAXWAZÎ LI QADAN BÛN

Li parzemîna Amerîkayê li bajarê Kanada Torontoyê Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk bi wesîleya Roja Mafên Mirovan ji bo Rêber Apo çalakî li dar xist.

Çalakger li pêşiya avahiya Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk kom bûn û êrîşên dewleta Tirk jî protesto kirin.

Ji ber tedbîrên şewba coronayê li bajêr zextên giran hene.

Ji ber vê jî bi şîara ‘Heke em nikarin dakevin qadan em ê bi wesayîtên xwe qadan tijî bikin’

li ser rêyên herî qelebalix bi qasî 3 saetan bi wesayîtan konvoy hate çêkirin.

Di konvoyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dovîzên li dijî tecrîda li ser wî hatin hildan.

Li parzemîna Ewropayê jî çalakî dewam dikin.

Ciwanên Kurd li komîna Marîgnaneya li başûrê Fransayê, ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan û mitîngek li dar xistin.

Li ser navê tevgerên ciwanan daxuyaniyek hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku heta dagirkerî û polîtîkayên qirkirinê yên li her çar parçeyên Kurdistanê neyê rawestandin

û azadiya Rêber Apo pêk neyê wê li her cihê ku lê dimînin çalakiyên xwe bidomînin.

Her wiha bang li hemû tevgerên şoreşgerên Kurd ên li Ewrûpa hate kirin ku tevlî çalakiyên her roja Çarşemê seat 19:00 û Yekşemê jî seat 14:00’an bibin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv