ÊRIŞÊN BALAFIRÊN TIRK ÊN LI DIJÎ SIVÎLAN
DI NAVA 2 SALÊN DAWÎ DE 20 SIVÎL ŞEHÎD BÛN Û PDK JÎ ÊRIŞAN REWA DIKE
Dewleta Tirk di demên dawî de ji bo herêmên çiyayî vala bike, bi zanebûn sivîlan hedef digire.
Bi taybetî jî, di nava 2 salên dawî de, sivîlan dikuje û herêmên sivîl jî bombebaran dike.
Rêveberiya Başûrê Kurdistanê, bi taybetî jî rêveberên PDK’ê piştî her êrişê parêzvaniya dewleta Tirk dikin.
Di dewsa xwedî li welatiyan derkevin de, kujeriya dewleta Tirk rewa nîşan didin.
Lewma jî hêzên Tirk li gorî wê rehetiya PDK’ê tevdigerin û wekî mînaka dawî, 3 sivîl şehîd kirin.
Dem û cihê sivîlên Başûr ji hezîrana 2019’an û vir ve ji ber êrişên hêzên Tirk şehîd bûne wiha ne.
26’ê hezîrana 2019 li Balekayetî sivîlek şehîd bû.
Heman rojê li herêma Goşîn a Biradostê sivîlek şehîd bû.
27’ê hezîrana 2019’an li ser riya Kortek a Qendîlê ji heman malbatê 3 sivîl şehîd bûn.
15’ê nîsana 2020’an li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî 3 sivîl şehîd bûn.
30 Gulana 2020’an li Komelgeha Hîtutî ya Dihokê 2 welatî şehîd bûn.
18’ê Hezîrana 2020’an şivanê bi navê Ebasî Mexdîd Neemet li Kelaşînê şehîd bû.
8’ê Mijdara 2020’an welatiyek Êzidî li Şengalê şehîd bû.
Ji ber êrişên Tirk ên 2019-2020’an li Şêladizê 5 welatî şehîd bûn.
Herî dawî li Amediyê 3 sivîl şehîd bûn.