JI BO DARIZANDINA DÎKTATOR ERDOGAN 100 SEDEM
CENAZEYÊ FERÎDE A DI JÊRZEMÎNA CIZÎRÊ DE HAT ŞEWTANDIN 5 SAL IN NADIN MALBATÊ
Walîtiya Şirnexê 14’ê Kanûna 2015’an li Cizîra Botanê derketina derve qedexe kir.
Ev qedexeya ku 79 roj dewam kir, di 2’ê Adara 2016’an bi dawî bû.
Di êrişên dewleta tirk a divê pêvajoya qedexeyê de nêzî 300 kes hatin kuştin.
Di dema qedexeyê de birîndarên giran jî di nav de 137 kesên ku xwe spartibûn jêrzemînan ji aliyê esker û polîsên dewleta tirk ve bi awayek hovane hatin şewitandin.
92 kesên ku di van jêrzemînan de hatin şewitandin beyî ku navên wan bên eşkerekirin li goristana bêkesan hatin veşartin.
Dewleta tirk di dema qedexeyê de, bi tank û topan êrişî xelkê Cizîrê kir û bi zextên pîsîkolojîk xelk neçarî koçberiyê kirin.
Xelkê Cizîrê ku di dîrokê de bi berxwedaniyê tê naskirin, divê demê de jî mal û xaka xwe terk nekirin.
Ji bo komkujî û binpêkirinên mafê mirovan ên di navbera sala 2015-2016’an de serî li dadgeha bingehîn û dadgeha Mafê Mirovan Avrûpa-AIHMê hate dayîn.
Lê belê dadgeha mafê Mirovan a Avrûpa 7’ê Sibatê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew serlêdanên derbarê qedexe û kuştinên Cizîrê qebûl nake.
Bi vî awayî dosyayên lêpirsînê ên derbarê qedexe û kuştinên Cizîrê de yek bi yek hatin girtin.
Heta niha dadgeha bingehîn derbarê 83’ê dosyayan de biryara neşopandinê daye.
Derbarê 66 dosyayan de biryara “Neşopandin û Bêerkiyê” û 4 dosyayan de jî “lêgerîna daîmî” hat dayîn
Dadgeha Bingehîn ku kuştin “li gorî hiqûqê” dît, bû hevparê sûcên faşîzma AKP-MHPê.
Tevî ku 14 malbatan testa DNAyê jî dane hêjî cenazeyên wan nedane wan.
Yek ji van cenazeyan jî yê Ferîde Yildiz e.
Ferîde mamosteya govenda gelêrî bû.
Li navenda çand û hunerê ya Mem-Zîn ji bo zarokên Cizîrê xebatên atolya govenda gelêrî dida meşandin.
Ferîde beşdarî berxwedana Cizîrê bû.
Weke birîndarên din Ferîde jî xwe spart jêrzemînan.
Ew jî weke birîndarên din di jîrzemînan de bi awayek hovane hat qetilkirin.
Dayîka Ferîde Feleknaz dibêje ev 5 salin çavê wê li rêya cenazeyê keça wê ye.