LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ XWEPÊŞANDANÊN LI DIJÎ HIKUMETÊ
26 RÊXISTINÊN SIVÎL: DIVÊ KESÊN HATINE BINÇAVKIRIN WERÎN BERDAN
2’yê Kanûnê li Başûrê Kurdistanê xwepêşandanên li dijî gendelî, pergala newekheviyê û bêmafiyê hatin destpêkirin.
Ji ber guleyên ku ji çekên hêzên hukumeta heremî derketin, 9 xortên Kurd hatin kuştin.
Her wiha bi dehan kes jî hatin binçavkirin.
26 rêxistinên civaka sivîl, derbarê kesên di xwepêşandanan hatine binçavkirin daxuyaniyek dan.
Rêxistinan êrişên li dijî xwepêşenderan şermezar kirin û ev bang kirin.
Em bang li hemû welatî û xwepêşanderan dikin, bi awayek aram çalakiyan lidarbixin.
Pêwîste demek zû de daxwazên xwepêşandêran werin bicih kirin.
Divê hemû xwepêşandêrên hatine binçavkirin, di demek zû de werin berdan.
Û her wiha derbarê kesên tundûtujî hemberî xwepêşandanan de pêkanîe, lêpirsîn were kirin.