Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: Di çalakiyên 26-27’ê Tîrmehê de 5 dagirker hatin cezakirin

 

GERÎLAYAN LI XAKURKÊ DERBEK GIRAN LI DAGIRKERAN DA
HPG: DI ÇALAKIYÊN 26-27’Ê TÎRMEHÊ DE 5 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê eşkere kir, ku gerîlayan li Xakurkê derb li artêşa dewleta Tirk a dagirker daye.

Hêjayî bi bîr xistinê ye, ku dewleta TIrk gotibû, 2 eskerên wan li Xakurkê hatine kuştin.

HPG’ê diyar kir, ku ne 2, lê 5 eskerên dewleta Tirk hatine kuştin.

Agahiyên têkildarî çalakiyên gerîlayan ên li Xakurkê bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê wiha ne:

Artêşa dagirker ev demeke li navbera Girên Şehîd Şahan û Şehîd Axîn hewl dide ji bo dagirkirinê, rêya leşkerî çêbike.

Komek eskerên li ser Girê Şehîd Axîn ê ewlekariya çêkirina rê digirt, bû hedefa gerîlayan.

26’ê Tîrmehê gerîlayan bi çalakiyeke koordînekirî û ji du milan ve li dagirkeran dan.

Di çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin û 2 çeper hatin rûxandin.

Hêzên gerîla bi taktîkên nû di demeke kin de gir bi dest xistin, çûn ser cenazeyên eskeran û dest danîn ser çekeke Biksî.

Artêşa Tirk piştî çalakiyê 27’ê TÎrmehê li qadê dest bi tevgera dagirkeriyê kir.

Gerîlayan li Girê Şehîd Şahan yekîneyeke dagirkeran kirin hedef.

Di vê çalakiyê de jî 2 eskerên Tirk hatin cezakirin

Gerîlayê fermandar Çekdar Giravî jî di çalakiyê de bi giranî birîndar bû.

Tevî hewldanan hemûyan jî nehat rizgarkirin û şehîd bû.

Nasnameya gerîlayê şehîd wiha ye:

Sezer Emre bi nasnav Çekdar Giravî li Colemêrgê ji dayîk bûye.

SEZER EMRE
ÇEKDAR GIRAVÎ
COLEMÊRG
DÊ Û BAV: BESNA – BIŞAR
27’Ê TÎRMEHA 2021’Ê-XAKURKÊ

HPG’ê diyar kir, ku Şehîd Çekdar 2013’an beşdarî nava refên gerîla bûye û ji wê rojê heta kêliya şehadeta xwe jî bûye xwedî sekneke fedayî ya bi îdeolojiya Apoyî.

Demeke dirêj li cem Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê şehîd Qasim Engîn maye û piştî şehadeta wî, bêhtir beşdarî têkoşînê bûye.

Di daxuyaniya HPG’ê de têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê jî ev agahî hatin dayîn;

27 û 28’ê Tîrmehê Girên Şehîd Şahan, Şehîd Kamûran, Şehîd Heqî, Dola Şehîd Şahan ên Xakurkê, tunelên şer ên qada Werxelê ya Avaşînê, dora gundên Hirorê, Derarê û Girê Şehîd Çiya yên Metîna, bi balafirên şer, helîkopterên êrişê û çekên giran hatin bombekirin.

Di êrişan de ti zirar li hêzên gerîla nebû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv