Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: Agahî ji yekîneyeke me ya li Xelîfanê bû nayê girtin

 

ÊRIŞÊN HÊZÊN PDK’Ê LI DIJÎ GERÎLA
HPG: AGAHÎ JI YEKÎNEYEKE ME YA LI XELÎFANÊ BÛ NAYÊ GIRTIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişeke 26’ê Tîrmehê ya hêzên PDK’ê li dijî gerîla daxuyaniyek da.

Daxuyaniya HPG’ê têkildarî mijarê wiha ye:

Ji yekîneyeke me ya biçûk, ji 26’ê Tîrmehê ve agahî nayê girtin.

Vê yekîneyê bi wezîfeyekê ji deverekê berê xwe dabû devereke din.

Herî dawî xwe gihandibû dora Xelîfanê.

Li gorî agahiyên ku me ji xelkê herêmê girtine; hêzên PDKê di encama giliyekî de, bi cihê yekîneya me dihisin.

Dor li koma gerîla digirin û dema gerîla dixwazin dûrbikevin, hêzên PDK’ê êrişî wan dikin û hin hevalên me şehîd dibin.

Agahiya xelkê herêmê dayî bi vî rengî ye.

Ji ber ku qada lê bûyer qewimî ye, hêzên PDK’ê dor lê girtine, ketin û derketin qedexe kirine, ti agahî nikare were wergirtin.

Di heman dîrokê de hin rayedarên PDK’ê bi rêya çapemeniyê daxuyanî dan û ji van daxuyaniyan jî diyar dibe, ku li qada Xelîfanê bûyerek qewimî ye.

Em ji jiyana van hevalên xwe gelekî bi fikar in.

Ti îzahata êrişa li dijî komeke ji wir derbas dibe nabe.

Ev yek nayê qebûlkirin.

Xuyaye, helwesteke ku xizmetê ji dijminên gelê Kurd re dike li vir hatiye nîşandan.

Bêyî ku sebra me bipîve, divê PDK derheqê aqûbeta hevalên me de me û raya giştî agahdar bike.

Divê ev agahdarî rast û cihê baweriyê be.

Em bang li gelê xwe dikin, ku li dijî vê êrişkariya ku wê zirareke mezin bide berjewendiyên neteweyî yên gelê Kurd, hişyar be û hêzên siyasî jî bi berpirsiyarî tevbigerin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv