Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

SOHR’ê qirkirin û hovîtiyên dewleta Tirk ên li Efrînê kirin rapor

 

HOVÎTIYA DAGIRKERAN
SOHR’Ê QIRKIRIN Û HOVÎTIYÊN DEWLETA TIRK ÊN LI EFRÎNÊ KIRIN RAPOR

Çavdêrgeha Mafê Mirovan li Sûrî SOHR ku a navenda wê li Londonê ye raporek amade kir.

Bi rapora xwe qirkirinên bi destê dewleta Tirk li Efrînê pêk hatine îspat dike.

Li gorî raporê ji 18´ê Adara 2018´an ve 275 hezar kes ji Efrînê hatine koçberkirin.

Rapor eşkere dike, pêşî 300 hezar kes koçber bûne, ji van 25 hezar vegeriyane.

Der barê guhertina demografiya bajêr de ev agahiyên balkêş hene:

* Li navenda Efrînê: Serjimara 100 hezarî, piştî dagirkeriyê daket 30 hezarî. Li şûna xelkê bajêr, dagirkeran 74 hezar kesên ne Kurd ji derveyî bajêr li Efrînê bi cih kirin.

* Cindirês: Serjimar 20 hezar bû, piştî dagirkeriyê daket 10 hezaran. Dewleta Tirk ji derve 17 hezar kes anîn û li navçeyê bi cih kirin.

* Şêx Hedîd: Serjimar 4 hezar û 800 bû, ev serjimar daket 2 hezar û 500´î. Dewleta Tirk 5 hezar kes lê bi cih kirin.

* Mabata: Serjimar 4 hezar û 800 bû, piştî dagirkeriyê, ma hezar. Dagirkeran 6 hezar û 500 kes li navçeyê bi cih kirin.

* Raco: Serjimar 6 hezar bû. Piştî dagirkeriyê hezar û 200 kes man. Dagirkeran 6 hezar û 500 kes ji derve anîn vir..

* Bilbilê: Beriya dagirkeriyê serjimar 3 hezar bû. Piştî dagirkeriyê tenê 220 kes lê man. Dagirkeran 2 hezar û 750 kesên biyanî lê bi cih kirin.

* Şera: Serjimar 600 bû. Piştî dagirkeriyê 400 kes lê man. Niha 1100 dagirker li navçeyê bi cih bûne.

* Gelma: Beriya dagirkeriyê serjimar 8 hezar bû, piştre ma 2 hezar û 500. Dewleta Tirk 4 hezar û 800 dagirker lê bi cih kirin.

Wekî din talankirina aborî, çandinî û dar û berên Efrînê jî bi berfirehî di raporê de behsa wan tê kirin.

Herçî xesp e, ji sedî 70´yê milk û ji sedî 50´ê erdên çandiniyê jî hatine desteserkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv