PROVAKASYONÊN PDK’Ê
PDK’Ê JI ŞÊLADIZÊ WESAYÎTÊN ZIRXÎ SEWQÎ QADA RÊÇBERAXA DIKIN
Li gorî çavkaniyên herêmê;
Çekdarên PDK’ê ji Şêladizê konvoyeke ku ji wesayîtên zirxî pêk tê xwestin biçin qada Rêçbiraxa ya di bin kontrola hêzên gerîla de.
Konvoya leşkerî ya ji wesayîtên sivîl û zirxî yên PDK’ê pêk tê, bi ketina qada Geliyê Balidnê, rastî gerîla hatine.
Hêzên gerîla çekdarên PDK’ê hişyar kirine, xwestin ku vekişin.
Lê çekdarên PDK’ê li ser gotinên gerîla çek li gerîla kişandiye û ketiye nava provakasyonan.
Bi ketina navbeynkariya gel û xwînsariya gerîla ev hewldana prvakatîf dawî bûye.
Tê gotin çekdarên PDK’ê yên mijara gotinê li nêzî Baregeha Siri ya artêşa Tirk a li Şêladizê sekinîne.