Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: ‘Bi piştgiriya gel emê siyaseta qirkirinê têk bibin’

 

BÎLANÇOYA 2 MEHAN A ŞERÊ LI ZAP, AVAŞÎN Û METÎNA
HPG: BI PIŞTGIRIYA GEL EMÊ SIYASETA QIRKIRINÊ TÊK BIBIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê di bîlançoya şerê 2 mehan ê li Avaşîn, Zap û Metînayê, bi van gotinan îşaret bi berxwedana dîrokî ya gerîla dike.

Gerîla bi şarezatiya xwe ya taktîkên dewlemend dîrokeke nû li Kurdistanê dinivîse.

Di her saeta 60 rojî de hêzên me bi vîn, wêrekî û hêza ku îdeolojiya Apoyî dayî wan, derbên giran li dijmin dan.

Di daxuyaniya HPG’ê de tê destnîşankirin, ku dewleta Tirk tevî derfetên mezin jî nekariye bipêşkeve û vê nirxandinê dike:

Dewleta Tirk her tişta dixwaze nikare bike û nikare xwe ji derbên giran rizgar bike.

Encamên vî şerî her çiqasî hatibin veşartin jî bi krîza mezin a klîka AKP-MHP’ê ya faşîst di dewleta Tirk de xwe da der.

Di serî de gelê Kurd moral, hêz û daxwaza berxwedanê ya gelan ji têkoşîna gerîla girtî, ev siyaseta qirkirinê û zilmê xistiye zorê.

Di daxuyaniyê de pêngavên şoreşgerî yên Cenga Heftanînê, Desta Garê, Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê û têkoşîna gerîla ya 2 salên dawî wiha tên bibîrxistin.

Van pratîkan nîşan da, ku gerîlatiya Modernîteya Demokratîk, gerîlatiya serfiraziya jiyana azad e.

Mînakên herî heqiqî û zelal ên vê yekê şehadetên hevrêyên me yên Ereb, Êzîdî û yên ji çar aliyên Kurdistanê ne.

HPG bikaranîna çekên kîmyewî, gaza bi jahr a dewleta Tirk bikar tîne desnîşan dike û herwiha behsa xeta xiyanetê dike.

Di rojên dawî de dewleta Tirk xeta xiyanetkar-hevkar a Kurd xistiye dewrê.

Bi vê xeta bêxêr hewl dide ji pişt ve xencerê li berxwedana gerîla bixe.

Dîsa jî hişyariya tevger û hêzên me yên gerîla li qadê, nerazîbûna gelê Kurd li dijî vê siyaseta bêxêr, ev lîstik pûç kiriye.

Daxuyanî bi vê peyamê bi dawî dibe:

Weke doh, îro jî em bi piştgiriya gelê xwe û helwesta neteweyî, xwedî wê bawerî û biryardariya teqez in, ku emê vê siyaseta qirkirinê pûç bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv