Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG bîlançoya Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê ya 2 mehan eşkere kir

 

BÎLANÇOYA CENGA XABÛRÊ Û BAZÊN ZAGROSÊ YA 2 MEHAN
HPG: HÊZÊN ME JI ERDÊ Û HEWAYÊ 327 ÇALAKÎ LI DAR XISTIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya Pêngavên Şoreşgerî yên Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê ya 2 mehan eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê li Zap, Avaşîn û Metîna, encama şerê 60 rojî wiha ye:

ÇALAKIYÊN GERÎLA

2 kemîn
9 serdegirtin
14 kordînekirî û hemwext
17 derblêdan
35 sekvanî
59 çekên giran
66 sabotaj
86 êriş

Gerîlayan bi giştî ji erdê ve 288 çalakî li dar xistin.

Her wiha Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal jî 39 çalakî pêk anîn.

BÎLANÇOYA CENGA XABÛRÊ Û BAZÊN ZAGROSÊ YA 2 MEHAN
HPG: 389 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN Û 47 JÎ BIRÎNDAR BÛN

Di van çalakiyan de…

389 dagirker hatin cezakirin û 47 dagirker jî birîndar bûn.

Bi giştî 436 dagirker li derveyî şer hatin hiştin.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker a ev derbên giran xwarî serî li rê û rêbazên qirêj û teknîka xwe ya şer da.

BÎLANÇOYA CENGA XABÛRÊ Û BAZÊN ZAGROSÊ YA 2 MEHAN
HPG: BI SEDAN CAR QADÊN ME BOMBE KIRIN, 17 CAR GAZA BI JEHR BIKAR ANÎN

Her roj obusên sotîner, bombeyên mîsketê, hawan, helîkopter û balafirên şer bi sedan carî Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin.

Li gelek qadan dar hatin birîn, daristan bi destê hin şîrketên hevkarên xwe talan kirin.

Daristana destê wê negihayê, bi bombeyên sotîner şewitandin.

62 caran hewl da bikeve tunelên şer.

17 caran gazên kîmyewî û bi jahr bi kar anî.

BÎLANÇOYA CENGA XABÛRÊ Û BAZÊN ZAGROSÊ YA 2 MEHAN
HPG: GELEK WESAÎT, ÇEKÊN GIRAN Û DRON HATIN ÎMHAKIRIN

Di daxuyaniya HPG’ê de tê ragihandin, ku 2 wesaîtên leşkerî, 3 kepçe, 6 dron û 6 helîkopteran jî ji gerîlayan derb xwarine.

6 wesaîtên leşkerî yên zirxî û normal, 2 çekên A4 tevî çeperên wan, radarek, 3 dron, 9 kamerayên mobesse hatin îmhakirin.

Kamelyayek û 3 kon jî hatin rûxandin.

Di daxuyaniyê de tê ragihandin, ku gerîlayan tevî sîlehan, gelek kelûpelên leşkerî, 650 kîlo teqemenî jî bi dest xistine.

HPG radigihîne ku di vê berxwedana mezin û dîrokî ya 60 rojî de 54 gerîlayên HPG û YJA-Starê jî şehîd bûne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv