ZOZAN ÇEWLIK
FERMANDARA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA YJA-STARÊ
Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik, şevêdin mêvanê bernameyek taybet ya Stêrk Tv bû.
Zozan Çewlik di destpêka bernamê de bi rast hatina şahadeta Sema Yuce, Zeyneb Kinaci ango Zîlan, Leyla Agirî û hemû şehîdên meha Hezîranê bi bîr anî û got: Em li ser xeta şehîdan berxwedanê dimeşînin.
ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK ÊN LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
ZOZAN ÇEWLIK: DEWLETA TIRK HER RÊBAZ LI DIJÎ GERÎLA BI KAR ANÎ
Fermandara gerîla Zozan Çewlik bi berferehî qala êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê kir û anî ziman ku li ser tevgera wan konsepta îmhayê ya navnetewî heye
Zozan Çewlik bi bîr xist ku berxwedana li qadên gerîla zêdeyî 2 meh in dewam dike û got, Di vê demê de em bi ruhê Apoyî û mîrateya kevneşopiya berxwedanê ya Zîlanan têdikoşin.
FERMANDARA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA YJA-STARÊ
ZOZAN ÇEWLIK: LI ZENDÛRA MÎNAKEKE NÛ YA BERXWEDANÊ HEYE
Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê anî ziman ku li girê Zendura yê Zagrosê mîrateyeke nû ya berxwedanê derketiye holê
ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK ÊN LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
ZOZAN ÇEWLIK: GERÎLAYÊN YJA-STARÊ BI RIHÊ ZÎLANAN PÊŞENGIYÊ DIKIN
Derbarê pêşengiya gerîlayên jin de jî Zozan Çewlik, dibêje: Gerîlayên YJA-STAR’ê bi rihê Zîlan pêşengiyê dikin.