LI WERXELÊ ŞER GIRAN E
HPG: BAZÊN ZAGROSÊ LI WEXELÊ 5 DAGIRKER CEZA KIRIN
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê:
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de berxwedana destanî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li herêma Avaşînê bi çalakî û şer dewam dike.
14’ê hezîranê li dora saet 6 û nîvan li qada Werxelê dagirker nêzî tunelên şer ên gerîla bûne, gerîlayan bi çekên ferdî li wan daye.
Dagirker ji ber vê nekarîne bi pêş ve biçin.
Saet derdora 1’ê nîvro dîsa nêzî tunelên şer bûne. Li vir dagirkerek hatiye cezakirin.
Saet 1 û 10 deqeyan piştî nîvro komeke dagirker hatiye hedefgirtin û li vir 3 dagirker hatine cezakirin û 3 jî birîndar bûne.
Bi taktîka sûîqestê jî dagirkerek hatiye cezakirin.
Dagirkerên xwestin li eraziyê jî belav bibin ji aliyê gerîlayan ve hatine derbkirin.
Ji ber berxwedana gerîla dagirker qedemeyek paşve kişiyane.
Dagirkerên nekarîn bi pêş ve biçin bi ser qadê ve dron firandine.
Gerîlayan dron kirin hedef û li wan dan. Ji ber vê paşve hatine kişandin.
Saet 2 û nîvan a piştî nîvro jî bi helîkopterên êrişê û 2 skorskiyan dagirkeran kuştî û birîndarên xwe ji qadê birine.
Çeperên şer jî ji aliyê helîkopteran hatiye bombebarankirin.
Di êrişan de ti zirar li gerîlayan nebûye.
Şerê li Werxelê bi dijwarî dewam dike.