Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: Ji 9 heta 12’ê Hezîranê Girê Zendûra bombebaran kirin u çekên kîmyewî bi kar anîn

 

BERXWEDANA DÎROKÎ LI GIRÊ ZENDÛRA
HPG: JI 9 HETA 12’Ê HEZÎRANÊ BOMBEBARAN KIRIN Û ÇEKÊN KÎMYEWÎ BI KAR ANÎN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê asta berxwedana gerîla ya li dijî her cûre qirêjiya dewleta Tirk a li girê Zendûra yê Metîna ragihand.

Li vê derê gerîlayên HPG û YJA-Starê bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê şerê dagirkeriya Tirk dikin.

Agahiyên HPG’ê yên ji Zendûra parve kirî wiha ne:

9’ê hezîranê balafirên şer 4 caran Girê Zendûra bombe kirin.

Ji 10 heta 12’ê Hezîranê di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî dijwar qewimî.

Artêşa dagirker tevî hewldanên xwe û bikaranîna tevahiya teknîka xwe jî nekarî bikeve tunelên şer.

12’ê hezîranê dagirkeran li tunelên şer teqînên mezin kirin.

Paşê gaza bi rengê spî ya kîmyewî bi kar anîn.

Li dora tunelên şer, dagirkerên cilên spî yên taybet lixwekirî û maskeyên gazê di serê wan de kom bûn.

BERXWEDANA DÎROKÎ LI GIRÊ ZENDÛRA
HPG: HEVRÊYÊN ME BI ÎRADEYEKE JI POLA LI BER XWE DIDIN

Tevî van hewldanên derveyî mirovahiyê û nemerdane yên dewleta Tirk, berxwedana hevrêyên me li Girê Zendûra bi îradeyeke ji pola ya Apoyî û xwebexşane didome.

Di daxuyaniya HPG’ê de çalakiyeke gerîla ya li heman herêmê an go li Metîna jî wiha hat ragihandin:

Hêzên me yên YJA-Starê 12’ê Hezîranê eskerên Tirk ên li dora Gundê Êzîdî di tevgerê de bûn bi çalakiyeke sekvanî kirin hedef.

Di vê çalakiyê de dagirkerek hat cezakirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv