Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Besê Erzîncan: ‘Rêber Apo rêberê azadiya jinan û mirovahiyê ye’

 

ENDAMA KOORDÎNASYONA KJK’Ê BESÊ ERZÎNCAN
“RÊBER APO RÊBERÊ AZADIYA JINAN Û MIROVAHIYÊ YE”

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan têkildarî tecrîdkirina Rêber Apo, berxwedana dîrokî ya gerîla li çiyayên Kurdistanê û gelek mijarên din ji ANF’ê re axivî.

Besê Erzîncan pêşî li ser berxwedana Rêber Apo a li Îmraliyê rawestiya.

Rêber Apo ev 23 sal in, li Îmraliyê di şert û mercên gelekî zor de bi îradeyeke bêhempa li ber xwe dide.

Di van şertan de ji bo azadiya jinan, gelê me û gelên cîhanê rê û rêbazên têkoşînê afirandin.

Ew bi parêznameyên xwe bû pêşengê pêşxistina jiyana azad.

Ji nû ve ruh da Sosyalîzmê û veguherand hêviyekê.

Ked û têkoşîna divê sedê salan ji bo azadiya jinê bihata dayîn, li nava çend salan hewand.

Sekna wî ya azadî û berxwedêr, rengê herî azadker a dîroka mirovahiyê ye.

Ji ber vê yekê Rêberê azadiyê yê jinan, mirovahiyê û sedsala 21’ê Rêber Apo ye.

Bûyerên diqewimin, careke din berê me didin fêmkirina şoreşa jinê û Kurdistanê ya Rêber Apo.

ENDAMA KOORDÎNASYONA KJK’Ê BESÊ ERZÎNCAN
“DYA BI BAZAR Û PEYMANAN QIRKIRINA KURDAN MOHR KIR”

Endama Koordînasyona KJK’ê li ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê jî rawestiya.

Bal kişand ser berxwedana mezin a gerîlayan li Zap, Metîna û Avaşînê, ku ji 23’yê Nîsanê ve dewam dike.

Ev êriş bi encama bazar û peymanên bi Amerîkayê re hatin pîlankirin û ketin meriyetê.

Li hemberî naskirina Qirkirina Ermenan, DYA mohra xwe danî bin qirkirina gelê Kurd.

Heta hûn bêjin bes, ev helwesteke durû ye.

Wê jin û gelê Kurd ti carî erêkirina polîtîkaya qirkirina Kurdan a Amerîka efû nekin.

Ji ber vê yekê, ne tenê dewleta Tirk û DYA, dewletên Ewrûpa jî ji komkujiyên li dijî Kurdan berpirsiyar in.

Ev di heman demê de şerê qirkirina jinê ye û li dijî azadiya wê ye.

Besê Erzîncan di hevpeyvînê de li ser rola hêzên YJA-Starê jî rawestiya û bal kişand ser wêrekî û îradeya bêhempa ya gerîlayên jin di şerê li dijî dewleta Tirk de.

BERXWEDANA BI PÊŞENGIYA YJA-STAR’Ê
BESÊ ERZÎNCAN: ŞER Û TÊKOŞÎNA TÊ KIRIN WÊ BIBE BERSIVA JINAN A “JIYANEKE ÇAWA?”

Rêber Apo li Îmraliyê, gerîla li çiyayan, bi hezaran mirovên me li zîndanan û jin li her derê li ber xwe didin.

Ev berxwedan yek ji şerên herî azadîparêz ê berxwedana dîroka mirovahiyê ye.

Têkoşîna tê kirin, wê bibe bersiva pirsa jinan û mirovahiyê ya “jiyaneke çawa?”

Berxwedana li çiyayan ne tenê berxwedana PKK’ê ye.

Berxwedana rûmetê, nasname, ziman û manûnemanê ya gelê Kurd li Rojhilata Navîn e.

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan li ser beşdariya PDK’ê ya li êrişên dagirkeriya Tirk jî got, divê PDK dev ji vê yekê berde.

Gerîla parêzvanên gelê me yê Başûr in.

Tavilê divê PDK hêzên xwe vekişîne.

Dewleta Tirk dijminê tevahiya gelê Kurd e û dixwaze Tirkbûnê ferz bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv