Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG 4 şehîdên Xerzan û Amedê bi daxuyaniyekê bi bîr anîn

 

4 ŞEHÎDÊN XERZAN Û AMEDÊ
HPG’Ê EW BI DAXUYANIYEKÊ BI BÎR ANÎN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da û 4 şehîdên herêma Xerzan û Amedê bi bîr anîn.

Di daxuyaniyê de pêşî qala şehîdên Xerzanê hat kirin.

Hat ragihandin, ku 4’ê Kanûna 2020’an artêşa Tirk li herêma Şêx Cûma ya Bedlîsê dest bi tevgereke berfireh a dagirkeriyê kiriye.

Di dema vê tevgerê de 11’ê Çileya 2020’an di navbera hêzên me û dagirkeran de şer qewimî.

Di vî şerî de gelek dagirker hatin kuştin.

Hevrêyên me Poyraz, Azad û Nûman jî bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

Nasnameyên hevrêyên me yên şehîd wiha ne:

Kurban Pehlîvan bi nasnav Poyraz Bûlanik li Mûşê ji dayîk bûye.

KURBAN PEHLÎVAN
POYRAZ BÛLANIK
MÛŞ
DÊ Û BAV: ŞEHRÎNAZ – SELAHATTÎN
11’Ê ÇILEYA 2021’Ê-XERZAN

Ridvan Eryilmaz bi nasnav Azad Şoreş li Bedlîsê ji dayîk bûye.

RIDVAN ERYILMAZ
AZAD ŞOREŞ
BEDLÎS
DÊ Û BAV: GULSEREN – DEMÎRHAN
11’Ê ÇILEYA 2021’Ê-XERZAN

Û Mîrkan Yalavûz bi nasnav Nûman Dorşîn Xinis li Erziromê ji dayîk bûye.

MÎRKAN YALAVÛZ
NÛMAN DORŞÎN XINIS
ERZIROM
DÊ Û BAV: AZÎME – XALIT
11’Ê ÇILEYA 2021’Ê-XERZAN

Di daxuyaniya HPG’ê de yek bi yek bi berfehî behsa têkoşerî û şoreşgeriya her sê şehîdan hat kirin û wiha hat gotin:

Wê ala hevrêyên me yên egîd ên li Xerzan destanên lehengiyê nivîsandin li erdê nemîne û teqez wê bi serfiraziyê li ba bixe.

Di daxuyaniya HPG’ê de têkildarî şehadeta gerîlayekî li Amedê jî ev agahî cih girtin:

14’ê Nîsana 2021’ê li herêma Şehîd Kendal a Amedê artêşa Tirk dest bi tevgereke dagirkeriyê kir.

Hêzên me jî dagirker ji nêz ve şopandin û şerekî dijwar qewimî.

Di şer de hêzên me derbên giran li dijmin dan.

Hevrêyê me Mahîr şehîd bû û hevrêyê me Dara Bagok jî bi awayekî birîndar dîl ket destê dijmin.

Nasnameya şehîdê Amedê wiha ye:

Oner Kirmaz bi nasnav Mahîr Farqîn li Amedê ji dayîk bûye.

ONER KIRMAZ
MAHÎR FARQÎN
AMED
DÊ Û BAV: FATMA – ENVER
14’Ê NÎSANA 2021’Ê-AMED

Di daxuyaniya HPG’ê de ji malbatên şehîdan re sersaxî hat xwestin û soza biserxistina têkoşîna şehîd hat dubarekirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv