“DEMA WÊ HATIYE JI OCALAN RE AZADΔ
KOMÎTEYA JI OCALAN RE AZADÎ LI ROMAYÊ CIVIYA
Komiteya ji Abdullah Ocalan re Azadî li peytexta Îtalya Romayê li hev kom bû.
Bi vê civînê starta xebatên ji bo dema nû hat dayîn û li ser Rêber Apo kurtefîlmek hate nîşandan.
Gelek siyasetvan û akademîsyen amade bûn.
Her wiha bi rêya online berdevkê kampanya ‘Dema hatiye ji Ocalan re azadî’ ya Îtalyayê Gîovannî Rûssospene, Ji Komîteya Sendîkayên Efrîkaya Başûr Poûl Bester, Berdevkê Kampanyayê ya Ingilistanê Sîmon Dûbbîns, Ji Partiya Karkeran Baronessa Chrîstîna, Serokê Şaredariya Herêma 8’an a Romayê û endamê Komîteya Azadî ji Abdullah Ocalan re Amedeo Cîaccberî û endamên saziyan di civînê de axivîn.
Di axaftinan de nîqaş li ser pêşxistina kar û xebatên kampanyayê hat kirin.