HÊZÊN RIZGARIYA EFRÎNÊ LI DAGIRKERAN DAN
2 ENDAMÊN MÎT Ê,LEŞKEREK Û ÇETEYEK HATE KUŞTIN
Hêzên Rizgariya Efrînê 10’ê Gulanê li herêma Şêrawa li dijî dagirkeran 2 çalaki lidarxistin.
HRE têkildarî çalakiyan di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin.
Hêzên me çalakiya yekem li nêzî gundê Cilbirê li dijî kaîdeyeke artêşa Tirk pêk anîn.
Di encamê de leşkerek hat kuştin.
Çalakiya duyem, piştê nîvro li nêzî gundê Beradê pêk hat.
Şervanan dema leşker, çete û endamên MÎT’ê kom bûbûn çalakiyeke sabotajê li dar xist.
Di encama vê çalakiyê de jî çeteyek û 2 endamên MÎT’ê hatin kuştin, 2 endamên MÎT’ê jî birîndar bûn.”