Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Encamnameya komxebata KNK’ê eşkere bû

 

ENCAMNAMEYA KOMXEBATA KNK’Ê EŞKERE BÛ
‘LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ PÊDIVÎ BI HELWESTA NETEWÎ HEYE’

Encamnameya komxebata doh ya KNKê bi awayeke zindî di televizyona me de hat weşandin.

Civînê doh li ser mijara êrişên dewleta Tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê, bi beşdariya 200 kesayetî û nûnerên rêxistinan li tevahiya rojê dewam kiribû.

Li gorê encamnamê xalên ku derketin pêk ev in:

Li hemberî êrişên dagirkeriyê pêdivî bi stratejiyeke hevpar ya netewî heye.

Îdeolojiyên cuda yên rêxistinên kurdan, divê li pêşiya helwesta hevpar a li dijî dewleta Tirk nebe asteng.

Hêza gerilla bi tenê neyê hiştin û were destek kirin.

Amerîka û welatên Ewropayê divê dest ji ‘krîmînalîzekirina PKK’ê’ berdin û navê wê ji listeya terorê derxin.

Divê bêdengiya rêveberiya Başûrê Kurdistanê ya li hemberî êrişan were rexne kirin û bi rêya hevdîtina ew bêne qanî kirin ku sibê dora êrişan tê ser wan.

Derheqê armanca van êrişan de medya cîhanê bê agahdar kirin.

Armanca dewleta Tirk ewe ku destketiyên gelê Kurd ji holê rake û wan qir bike.

Êrişên li ser Zap, Avaşîn û Metînayê parçeyek ji plana dewleta Tirk a li ser Şengal û Kerkûkê ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv