ŞERÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
HPG: 4 HEVALÊN ME LI DUHOKÊ BÛN HEDEFA ÊRIŞA DEWLETA TIRK
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de da zanîn, ku 20’ê Gulanê 4 gerîla li nêzî gundê Mangişkê yê Duhokê şehîd bûne.
Di daxuyaniyê de ev agahî cih girtin:
Çapemeniya şerê taybet a dewleta Tirk berevajîkirina heqîqetan ji bo xwe kiriye weke pîşeyekê.
Ji bo ser têkçûyîna xwe ya li Avaşîn, Zap û Metîna bigire, serî li cûre derewê dide.
Pirsgirêkên tenduristiyê yên hevrêyên me hebûn û ji tedawiyê vedigeriyan.
Sivîl û bêçek bûn, lê tevî vê yekê jî bûn hedefa êrişa hewayî ya dewleta Tirk.
Weke ku dewleta Tirk dibêje, hevalên me ne xwedî wezîfeyeke bi paye bûn û ev derew e.
Lê her çar hevrêyên me zarok û milîtanên herî hêja yên gelê me û partiyê bûn.
HPG’ê ragihand ku di vê bûyerê de hin sîxurên ji herêmê cihê xwe girtine û got, hevrêyên me di encama îxbara van ajanên MÎTê de bi nemerdane bûn hedefa êrişê.
Ji ber ku ti kes dengê xwe li van sîxuran nake û çavên xwe li wan digire, li herêmê bi rehetî digerin.
Divê welatparêzên Başûrê Kurdistanê û ciwanên wê yên kedeke mezin dane şoreşê, van di nava xwe de nehewînin.
Di daxuyaniya HPG’ê de nasnameyên şehîdan jî hatin eşkerekirin:
Selahattîn Dede bi nasnav Zagros Glort li Colemêrgê ji dayîk bûye.
SELAHATTÎN DEDE
ZAGROS GLORT
COLEMÊRG
20’Ê GULANA 2021’Ê-DUHOK
Mehmet Emîn Alkaş bi nasnav Dilgeş Serhat li Mûşê ji dayîk bûye.
MEHMET EMÎN ALKAŞ
DILGEŞ SERHAT
MÛŞ
DÊ Û BAV: MEDÎNE – HASAN
20’Ê GULANA 2021’Ê-DUHOK
Babek Ebdîselendecî bi nasnav Dara Bêrîtan li Sine ji dayîk bûye.
BABEK EBDÎSELENDECÎ
DARA BÊRÎTAN
SINE
DÊ Û BAV: FERÎBA – ŞUKRULLAH
20’Ê GULANA 2021’Ê-DUHOK
Anter Firat bi nasnav Firat Şoreş li Riha ji dayîk bûye.
ANTER FIRAT
FIRAT ŞOREŞ
RIHA
20’Ê GULANA 2021’Ê-DUHOK
Di daxuyaniya HPG’ê de yek bi yek qala têkoşerî û şoreşgeriya her 4 şehîdan hat kirin.
Di dawiyê de jî HPG’ê got,
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me, em sersaxiyê ji tevahiya welatparêzên Kurdistanê re dixwazin.