PÊNGAVA BAZÊN ZAGROSÊ
HPG: LI XAKURKÊ, AVAŞÎN Û ZAPÊ 8 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniya dawî wiha ragihand:
Bazên Zagrosê li Zap, Xakurkê û Avaşînê 8 dagirker ceza kirin.
Têkildarî çalakiyan ev agahî hatin dayîn:
18’ê Gulanê gerîlayan li herêma Xakurkê wesayîteke bi tîpa Reo ya leşkerî li navbera Girên Lêlkan û Kevortê de kiribûn hedef û îmha kiribûn.
24’ê Gulanê dagirkerên bi wesayîteke din hatin, xurdeya wesayîta îmhabûyî rakin, careke din bûn hedefa çalakiya sabotajê ya gerîlayan.
Ev wesayît jî hat îmhakirin, 2 dagirkerên tê de hatin cezakirin û 3 jî birîndar bûn.
24’yê Gulanê dagirkeran xwestin bikevin tunelên şer ên Dola Maran a li Avaşînê.
Gerîlayan bi çekên otomatîk bersiv dan.
Dagirkerên derb xwarin qedemeyekê vekişiyan.
Heman rojê eskerên Tirk ên xwestin ber bi qada Cîloyê Biçûk ê Zapê ve biçin, bûn hedefa gerîlayan.
Şerê şeveqê destpêkirî heta saet 11’an dewam kir.
Di şer de 2 dagirker hatin cezakirin û dagirker qedemeyekê vekişiyan.
Dîsa 24’ê Gulanê li heman qada Cîloyê Biçûk, eskerên Tirk berê xwe dan qada Şehîd Serxwebûn.
Gerîlayan li vir jî li wan dan, 2 dagirker hatin cezakirin û çeperek jî hat rûxandin.
24’ê Gulanê gerîlayan bi çalakiyeke sekvan eskerên li ser Girê Şehîd Mervan ê Zapê kirin hedef û dagirkerek ceza kirin.
Heman rojê gerîlayan li Avaşînê artêşa Tirk a li quntarên Girê Dola Konferansê bi çekên giran kirin hedef.
Hêzên YJA-Starê jî 25’ê Gulanê li dagirkerên li ser Girê Şehîd Munzûr ê Zapê dan.
Di du çalakiyan de eskerek hat cezakirin û kameraya mobesse ya li ser gir jî hat îmhakirin.
HPG’ê ragihand ku 24 û 25’ê Gulanê artêşa dewleta Tirk bi balafirên şer Girê Zendûra yê Metîna, gundê Mîska yê Kanî Masî li Metîna bombe kirin.
Di bomberdimanê de zirar li bax û bostanên gundiyan û dêra civaka Xiristiyan bû.
Di êrişan de ti zirar li gerîlayan nebû.